Serokê Parlementoya Iraqê piştî ku bi nelirêtiyan hate tawanbarkirin, ji rûniştinê derket

Serokê Parlamentoyê Selîm Cîburî piştî ku ji hêla Wezîrê Parastinê Xalid Ûbeydî ve bi nelirêtiyan hate tawanbarkirin, ji rûniştinê derket.

Di rûniştina îro ya parlementoya Iraqê de, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ûbeydî bi mebesta ku bersivê bide pirsnameya têkildarî Wezareta Parastinê de, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî bi tevlêbûna nav îhaleyên çekan û destekdayina li nelirêtiyan tawanbar kir, li ser vê jî Cibûrî ji rûniştinê derket.

Ciburî, piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, ji bo ku wezîr îdîaya xwe piştrast bike ew ê seri li dadgehê bide. Ciburî got, ew ê ji biryara dadgehê re hurmetdar be û wiha got: ‘’Ûbeydî ji bo çi di vê rûniştinê de ev îdîa anî ser zimên? Ji bo çi beriya niha negot? Tiştên ku Ûbeydî gotine teqez ne rast in. Ji bo ku tiştên ku hatine kirin binixumîne tîyatroyan dilîze. Piştî îdîayên Ûbeydî ez ji rûniştinê veqetiyam. Lêpirsîna der barê Ûbeydî de bila bi ewlekarî were kirin. Ûbeydî ji bo ku lêpirsîna li ser wezarata parastinê bi awayekî were girtin, van îdîayên wiha dike rojev.’’