Serokê HUDA-PAR ê navçeyê Kadrî Şengul du xwepêşandar qetil kir

Serokê HUDA-PAR ê navçeyê Kadrî Şengul du xwepêşandar qetil kir

 Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di encama gulebarana Serokê Partiya HUDA PAR  ê navçeyê Kadrî Şengul de du welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera girse û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn. Di dema çalakiyan de Serokê Partiya HUDA PAR ê navçeyê Kadrî Şengul girse gulebaran kir û 3 ciwan birîndar kirin û ji ciwanê birîndar Bîlal Gezer û zarokê bi navê Sînan Toprak (16) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Li gel hemû mudaxeleyan Sînan Toprak û Bîlal Gezer jiyana xwe ji dest dan.