Serokê ÇHD’ê jî di nav de 9 parêzer hatin girtin

Serokê ÇHD’ê jî di nav de 9 parêzer hatin girtin

Li Stenbolê di çarçoveya operasyonên di bin navê ‘DHKP-C’ de hatin kirin, ji parêzerên hatine binçavkirin Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli jî heyî ji 10 parêzeran 9 jê hatin girtin. Bi vî awayî hêjmara binçavkiriyan giha 11’an.

Li ser fermandar Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê operasyonên ku di bin nave ‘DHKP-C’yê de hatin kirin, ji 10 parêzerên hatine binçavkirin bi daxwaza girtinê şandin dadgeha nobedar, li vir ji 10 parêzeran 9 hatin girtin.

Di nava yên hatine girtin de Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Selçûk Kozagaçli û Serokê Şaxa Stenbolê yê komeleyê Taylan Tanay jî heye. Dadger parêzer Efkan Bolaç jî serbest berda.

Navê parêzerên hatine girtin wiha ne: Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, Serokê Şaxa ÇHD ya Stenbolê Taylan Tanay, Sekreterê Giştî yê Şaxa ÇHD yê Stenbolê Guçlu Sevîmlî, Naçiye Demîr, Şukriye Erden, Ebrû Tîmtîk, Barkin Tîmtîk, Serhan Arikanoglû, rêvebera Şaxa ÇHD yê Enqereyê parêzer Betul Vangolu Kozagaçli.

Di demjimêrên sibehê de ji parêzeran Guray Dag û Gulvîn Aydin hatinbûn girtin. Bi vî awayî hêjmara parêzerên girtî giha 11’an.

Di derbarê parêzer Oya Aslan jî biryara girtinê heye.