Serokê berê yê komeleya Elewî ya Hambûrgê hate destgîrkirin

Serokê kmeleya Elewî ya li bajarê Elmanya Hambûrgê Nûralî Demîr vê sibê li Balafirgeha Ataturk ya li Stenbolê hate destgîrkirin.

Siyaseta rejîma Erdogan ya rehîngirtinê ya li dijî hemwelatiyên Ewropa ku ev 2 sal e heyî didome. Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê daxwaza berdana Elmanekî kir ku li Tirkiyeyê girtî ye, piştî çend seaten hemwelatiyê Elman Nûralî Demîr yê li Hambûrgê dijî, li Tirkiyeyê hate destgîrkirin.

Li gorî nûçeya beşê Elmanî ya ANF’ê Demîr sala 2017’an serokê komeleya Elewî ya li Hambûrgê bû. Demîr ê 52 salî niha jî endamê komeleyê ye diyar bû li Hambûrgê şifêrtiyê dike.

Diyar bû Demîr li Balafirgeha Ataturk hate destgîrkirin û birin e Miduryeta Emniyetê ya Bakirkoyê. Wezareta Karê Derve yê Elmanyayê heta niha têkildarî destgîrkirina Demîr tu daxuyanî nedaye.

Komeleya Elewî ya li Hambûrgê nêzî 700 endamên wê hene û bi taybet di demên dawî de bi çalakiyên li dijî Erdogan balê dikêşe ser xwe.

Berdevkê Wezarê Karê Derve Marîa Adebahr vê sibê axivî û ragihandibû ku li Tirkiyeyê hemwelatiyekî Elman yê girtî hatiye berdan. Dema berdevk daxuyaniya ‘Bi vî awayî li Tirkiyeyê hejmara Elmanên ji ber rewşên siyasî hatîn girtin daket 5’an’ kir hemwelatiyek din ê Elman hate destgîrkirin û ev jî balkêş bû.

Hefteya derbasbûyî nîvîskarê pirtûka ‘Dorpêçkirina Kobanê’ rojnameger û aktivîst Max Zîrngast ê ji Avûstûrayayê li Enqerê hatibû destgîrkirin. Zîrngast şevê din derket pêşberî dozger û dozger biryara girtinê derxist.