Seroka Koma Çep a PE’yê: Divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were

Seroka Koma Çep a PE’yê Gaby Zîmmer, daxwaz kir ku divê hevdîtin bi Ocalan re pêk were û agahiyek jê bê girtin.

Seroka Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Gaby Zîmmer, li ser pirsên ANF’ê daxuyaniyek da û got: “Divê bi lezgîn agahiyek ji Ocalan bê girtin.”

Zîmmer, anî ziman ku ji çalakiya Kurdistaniyên ku ev 23’ê roj in li pêşiya avahiya CPT a Konseya Ewropayê di çalakiyê de ne agahdar e û got: “Ji rewşa Ocalan a ku ev demeke pir dirêje ku ti agahî jê nayayê girtin, em jî bi fikar in.”

Zîmmer destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de raste rast bi Ocalan ve girêdayî ye û wiha got: “Divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were, bûye neçarî êdî ku agahiyek ji Ocalan re pêk were.”

‘YE Û DEWLETÊN ENDAM BERPIRS IN’

Seroka Koma Çep a Parlementoya Ewropayê (PE) Gaby Zîmmer, bibîr xist saziyên Yekîtiya Ewropa û endamên wê di vê mijarê de berpirs in, îşare bi wê yekê hate dayîn ku ‘xistina lîsteya terorê ya PKK’ê’ev pirsgirêk çareser nabe.