Seroka KE Leyen: Her diçe em û Tirkiye ji hev dûr dikevin

Seroka Komîsyona Ewropa ya Elman Ûrsûla von der Leyen di axaftina têkildarî rewşa Yekîtiya Ewropayê de, diyar kir ku navbera wan û Tirkiyeyê her diçe vedibe.

Seroka Komîsyona Ewropayê li Parlementoya Ewropayê li ser rewaş Yekîtiya Ewropayê axivî.

Wezîra berê ya Parastinê ya Elman Leyen, bal kişand ser xebatên sondajê yên derveyî qanûnî ya dewleta Tirk a li Behra spî, daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku dev ji ‘hewldanên çavtirsandina cîranên xwe berde’.

Von der Leyen got: “Tirkiye cîranekî girîng e û wê tim wisa bimîne. Bi awayê erdnîgarî em nêzîn, lê navbera di nava me de her diçe mezintir dibe.”

Leyne wiha domand: “Erê Tirkiye li herêmeke welê ye ku hinek pirsgirêkan bijî. Erê xwedî li bi milyonan koçberî derdikeve, têkildarî vê di astekî girîng de alîkariyên aborî jî tên kirin. Ev tev wê yekê nade ku bikeve nava hewldanên çavtirsandina cîrantiyê.

Qibris û Yewnanistan ên dewletên endamên me ne, her demê di mijara serwerî û parastina mafê xwe yê rewa divê ji piştevaniya tam a Ewropayê bawer bin.”