Seroka Egîtîm-Senê Aydogan: Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin

Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn Aydogan diyar kir, ku mufredat nîjadperest û paşverû ye û got, "Dixwazin zarokên me bixin nava tarîtiyê. Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin."

Hevseroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn Aydogan, li ser mîtînga îro ya li Stenbolê axivî, ku wê li dijî mufredata nû bê lidarxistin. Aydogan got, nîqaşên bi mufredata nû re dest pê kirine nû nîne, ev yek dewama sîstema 4+4+4 e ku Nîsana 2012'an hate anîn.

Aydogan anî ziman, ku wan di pratîkê de bi taybetî ji sala 2013'an û vir ve weke perwerdekar û civakê ev pêkanînên paşverû, neteweerest, zayendîperest û bazirgan dîtine û got, "Di vê çarçoveyê de budçeya ji dibistanên dewletê re nehate dayin, bi navê teşwîqê bi trîlyonan ji dibistanên taybet re hate pêşkêşkirin û mafê perwerdeyê yê zarokên xizan ji holê hate rakirin. Yek ji pêkanînên vê jî, nixumandina serê zarokên keç ên beriya destpêkirinê bû, ku ev yek hate qanûnîkirin. Tevî ku pirtûkxane, labortûar, kargehên hunerê nînin, bi rêya rêvebernameyekê ku havînê hate derxistin, ji bexçê zarokan heta hemû dibistanan mescît hatin vekirin. Li ser Hec, Ûmreyê pêşbirk hatin organîzekirin û kursên Quranê hatin dayin."

'MUFREDATA NETEWEPEREST Û NÎJADPEREST'

Aydogan destnîşan kir, ku mufredat di heman demê de nîjadperest û neteweperest e û got, vê yekê da jibîrikrin ku em civakeke pir rengî, pir nasnameyî, pir çandî ne. Aydogan wiha dewam kir: "Di vê çarçoveyê de Elewîtî weke baweriyekê nehate dîtin, îbaretxaneyên baweriyên cuda tenê weke cih hatin pênasekirin û bi ti awayî qala mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nayê kirin, ku mafekî bingehîn e. Di felsefeyê de navên weke Pîsagor û Thales nehate bicihkirin, lê yên weke Kinalizade Alî Çelebî û şerîatî pejirandiye hate bicihikrin."

'EM Ê XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVIN'

Aydogan da zanîn, ku AKP bi navê "Tirkiyeya Nû" dixwaze rejîmeke nû, sîstemeke nû ava bike û diyar kir, mîna li gelemperiya cîhanê, ew jî hewl dide bi dîzaynkirina sîstema perwerdeyê vê guhertinê li gorî dilê xwe bike.

Aydogan herî dawî ragihand, ku Egîtîm-Sen wê tevî rêxistinên Elewiyan roja 17'ê Îlonê li Kartalê bi mîtînga "Em ê teslîmî tarîtiyê nebin" li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û got, "Dixwazin paşeroja me û zarokên me bixin nava tarîtiyê. Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin. Ji ber ku em teslîm nabin, endamên Egîtîm-Senê tên girtin, ji kar tên derxistin û tên sirgûnkirin. Bi rêya piştgirî û têkoşînê, em ê van rojên zor û zehmet ji ser xwe biavêjin. Çi dibe bila bibe, bi hêza pêşeroja xwe, em ê xwedî li dibistanên xwe, zarokên xwe û siberoja xwe derkevin."