Serlêdana piştgiriyê ya enternasyonalîst a Rojhilata Navîn a ji bo HDP'ê

Nûnerên partiyên siyasî û tevgerên gelan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa ji bo tevlî Kongreya Partiya Ji nû ve Avakirin a Sosyalîst (SYKP) li Enqerê bibin, serdana piştgiriyê ji bo HDP’ê kirin.

Nûnerên sazî, partiyên siyasî û tevgera galan ên ji Tûnûsê bigire heta Lubnan û gelek welatan, li Enqerê serlêdana piştgiriyê ji bo HDP’ê kirin.

Di nava heyeta serdana HDP’ê kir de, Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê Eniya Gel a Tûnûsê Walîd Abasî, endamê Polîtbûyroya Têkiliyên Karê Derve yê Partiya Komunîst a Lubnan Amed Dagher, Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê Partiya Gel a Demokratîk a Lubnan Mûhammed Hachîco, Endamê Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistîn Ebû Alî Ahmed, Endamê Polîtbûroya Partiya Hidî ya Lubnan Alex/Îskendar Keûchkarîan, Berpirsê Têkiliyên Karê Deve û Endamê MYK a Partiya Demokratîk a Gel a Lubnan Sanaa Debbag cih digirin.

Heyet li avahiya Giştî ya HDP’ê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan T aşdemîr, Hevserokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu , endamê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve û Meclîsa Partiya HDP’ê Nazmî Gur û parlemetera HDP’ê Tulay Hamîtogûllari ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de serî de bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, êrîşên li Kurdistan û li ser HDP’ê û mijarên mîna têkoşîna hevpar û piştgiriya enternasyonalîst hatin nîqaşkirin.