Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hate redkirin

Serlêdana hevdîtinê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hate redkirin.

Serlêdana birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mezlûm Dînç a bi rêya parêzeran a roja Yekşemê biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, biaryê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn ên girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dabûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê red kir.