Serlêdana malbatan a Duşemê hate redkirin

Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ya ji bo hevdîtinê hate redkirin.

Serlêdana malbata Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din a ji bo hevdîtinê hat redkirin. 

Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê pêk bînin roja duşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îmraliyê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir. Malbatên girtiyên li gel Ocalan, Hamîlî Yildirim, Ome Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî serlêdan kiribûn û serlêdana wan jî ji aliyê serdozgeriyê ve hate redkirin. 
 
Malbatan piştî 15’ê tîrmeha 2015’an herî dawî di 5’ê hezîrana 2019’an de li Îmraliyê hevdîtina cejnê bi xizmên re pêk anî bûn.