Serlêdana ji bo dîtina Ocalan dîsa hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, careke din hate redkirin. Malbatan jî serlêdan kirin.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, careke din hate redkirin. Malbatan jî serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek ji bo dîtina muwekîlê xwe doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serlêdan careke din nehate qebûlkirin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê serlêdana wan timî tê redkirin.
MALBATAN SERÎ LÊ DAN
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aktaş jî serî li dozgeriyê dan.