Serlêdana Demîrtaş hate redkirin: Dadgeh li gorî Erdogan tevgeriya

19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê serlêdana biryara DMME  ya berdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş red kir.

19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara girtina Demîrtaş da.

Parêzerê Demîrtaş Ramazan Demir li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û ragihand ku daxwaza berdanê bi hinceta ‘Biryara DMME yê hê net ne bûye’ red kir.

Demîr wiha jî got; “19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tevî biryara DMME yê Demîrtaş ne berda. Dadgehê weke hincet got biryara DMME yê ya di derbarê Demîrtaş de hê net ne bûye û piştre jî ji Wezareta Edaletê re nivîs nivîsandine. Vegotina vê rewşa rezîl nîne.”

Serokkomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan piştî biryara DMME ya berdana Demîrtaş gotibû em vê biryarê nas nakin.