Serketina 7'ê Hezîranê ya HDP'ê, kîn û hêrsa AKP'ê

Dema ku mirov performansa HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de nîşan daye û operasyonên qirkirinên siyasî yên di dema hilbijartinê de lê hatin kirin binirxînin, hingî gotina 'serketina dîrokî' lê tê.

HDP ku di karê hilbijartinê de ji her alî ve astengî derkete pêşiya wê û rêxistinên wê yên bajar û navçeyan bûn hedefa êrîşan, bi ser ket. Li avahiyên HDP'ê yên Mersîn û Edeneyê, 5'ê Hezîrana 2015'an di mîtînga hilbijartinê ya Amedê de êrîşên bombeyî hatin kirin. Ji ber van êrîşan 5 kes mirin, nêzî 400 kes birîndar bûn.

TEVÎ HEMÛ ASTENGÎ Û ÊRÎŞAN JÎ BI SER KET

Êrîşên hatin kirin nikarî li pêşiya serketina dîrokî bibin asteng. HDP êdî li parlamentê bû. Bi rêjeya 13,2 ji sedî û 80 parlamenteran li parlamentê bû.

Serketina HDP'ê ji bo AKP'ê windahiyeke mezin bû; nekarî bi tena serê xwe hikumetê ava bike. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku beriya hilbijartinê diyar kir wê AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar û soz da ku wê Destûra Bingehîn biguherîne, bi bahaneya ku hikumeteke nû nikare were avakirin, biryara da ku 11'ê Mijdara 2015'an hilbijartina pêşwext were kirin.

Erdogan durûtiya xwe ya di 'pêvajoya çareseriyê' de nema karîbû veşêre. 17'ê Tîrmehê eşkere kir ku ew Mutabata Dolmabahçeyê nas nake û şert û merc ji bo qirkirina siyasî amade kir.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) yek ji pêkhateyên HDP'ê ye. Ji bo destekê bide gelê Rojava û Kobanê yê bû hedefa çeteyên DAÎŞ'ê, 20'ê Tîrmehê li navçeya Pirsûs ê Rihayê bû hedefa êrîşa bombeyî. 33 kes di vê êrîşê de hatin kuştin.

ERDOGAN FERMAN DA: BERDÊLA WÊ BIDE

Fermana vekirî ya ji bo qirkirina siyasî jî 28'ê Tîrmehê ji aliyê Erdogan bi xwe ve hate dayin. Erdogan got, "Bi dîtina min, divê parlament tişta pêwîste bike. Divê zirxê destnedanê yê van rake. Tu pişta xwe dide rêxistina terorê? Wê çaxê tu yê berdêl vê bide, divê bê dayin. Ya ku divê were kirin ev e."

Piraniya wan endam û rêveberên HDP û partiyên pêkhateyên wê, zêdeyî 10 hezar kes piştî fermana Erdogan hatin destgîrkirin. Dadgeriya bi AKP'ê ve girêdayî nêzî 3 hezar kes girt. Der barê parlamenterên HDP'yî de gelek fezleke hatin amadekirin û ji Serokatiya Meclîsê re hatin şandin.

Piştî destpêkirina operasyonên qirkirina siyasî, herêmê ku HDP'ê herî zêde deng lê stand, hatin dorpêçkirin: Li 11 bajar û 45 navçeyan derketina derve hate qedexekirin. Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di vê pêvajoyê de nêzî 2 hezar kes mirin, 500 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Ji bo dawî li êrîş û dorpêçiya li Kurdistanê bê anîn, bi beşdariya HDP û pêkhateyên wê roja 10'ê Cotmeha 2015'an li Enqereyê mîtîngek hate kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk êrîşî mîtîngê kirin. 102 kes di vê êrîşê de hatin kuştin.

HETA 1'Ê MIJDARÊ ZÊDEYÎ 200 ÊRÎŞ HATIN KIRIN

AKP wê li dijî serketina dîrokî ya HDP'ê bi hestên tohildanê tevbigeriya. Ber bi hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an re li dijî rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, çalakî û xwepêşandanan zêdeyî 200 êrîşên plankirî hatin kirin. Di serî de Navenda Giştî ya HDP'ê gelek avahiyên baja rû navçeyan ên HDP'ê hatin şewitandin.

HDP DÎSA JÎ NESEKINÎ

Êrîş, komkujî û astengiyan nekarîn HDP'ê bisekinînin. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de ji bendê derbas bû û bi rêjeya 10,7 ji sedî 59 wekîl derxist.

Lê AKP jî nesekinî. Piştî vê serkatina HDP'ê mijara rakirina mafê destnedana wekîlên HDP'ê careke din xiste rojevê. Di dengdana 20'ê Gulana 2015'an de AKP û MHP'ê li hev kir û piraniya parlamenterên CHP'ê jî destek dan vê daxwaza AKP-MHP'ê. Bi vî rengî destûra bingehîn hate guhertin û mafê destnedanê yê parlamenterên fezeleke der heqê wan de hebûn, hate rakirin.

DARBEYA AKP'Ê

AKP'ê hewldana darbeyê veguherand amûreke li dijî siyaseta demokratîk, kir darbeyekê. Li dijî hêzên mûxalîf, HDP û pêkhateyên wê operasyonên giran dest pê kirin. 94 ji 102 Şaredariyên DBP'yî bi destê qeyûman hatin desteserkirin û 75 hevşaredar û cîgirên hevşaredaran hatin girtin.

Yek ji darbeyên mezin ên di dema Rewşa Awarte de li demokrasiyê hate xistin, 4'ê Mijdara 2016'an bû. Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş tevî 11 parlamenteran di heman demê de hatin destgîrkirin û girtin. Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Îdrîs Balûken, Sirri Sureyya Onder, Îmam Taşçier, Nûrsel Aydogan, Ziya Pîr, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Tûgba Hezer bi biryara dozgeriyên Çewlig, Amed, Colemêrg, Şirnex û Wanê hatin destgîrkirin.

Li Enqere, Amed, Stenbol û Mêrdînê saet di navbera 00:45 - 02:00 de operasyon hatin kirin û tevî Hevserokên HDP'ê parlamenterên HDP'yî hatin destgîrkirin.

Di dawiya dawî de Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Îdrîs Balûken, Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk, Nîhat Akdogan, Nûrsel Aydogan û Selma Irmak hatin girtin. Îmam Taşçier, Ziya Pîr, Sirri Sureyya Onder jî bi hikumê serbestiya bi kontrol hatin berdan.

AKP'ê girtina hevserok û parlamenterên HDP'yî sûd wergirt û 16'ê Nîsana 2016'an li ser guhertina Destûra Bingehîn a bi nîqaş referandûm kir.

Hevserokên HDP'ê jî di nav de 15 wekîlên HDP'yî, piştî darbeya 4'ê Mijdarê hatin girtin. 9 parlamenter hîn jî dîlgirtî ne.

BI HEZARAN HDP'YÎ SALA 2017'AN HATIN DESTGÎRKIRIN

Operasyonên destgîrkirin, girtin, qedexe û êrîşên li dijî HDP'yiyan sala 2017'an jî dewam kirin. Sala 2017'an zêdeyî 12 hezar kes ku 84 jê zarok in hatin destgîrkirin. Zêdeyî 1700 kes hatin girtin û piraniya van jî HDP'yî ne.

Di rewşa heyî de jî operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê ji bo astengkirina karê hilbijartinê yê HDP'ê bi destgîrkirin û girtina xebatkar û rêveberan didomin.