Serhildana li Swêdê belav dibe

Serhildana li Swêdê belav dibe

Serhildana 19’ê Gulanê de li Stockholmê hat destpêkirin  ji roja pêncşemê û şûnde li bajarên din belav bû.

Li bajarê Boras gelek dibistan camên wê hatin şikandin, avahî û wesayît hatin şewitandin.  Li bajarê Mamlo û Lund jî hinek ducan û wesayît hatin şewitandin. Li Karlskrona jî trafoya ceyranê hat şewitandin.  Li Ronneby û Karlskrona jî seferên trenê nehatin kirin. Rona înêyê li bajarê Orebro ciwanan agir berdan wesaytan û wesayîtên îtfayê dan ber keviran. Ciwanan li bajarê Borlänge,Uppsala,  Västerås, Linköping û Gävle wesayît şewitandin û camên wesayîtan dan ber agir.

Bûyerên destpêkê li taxa Husby dest pêkir, duh êvarê bê deng bû. Li Husby nêzî 300 polîs hatin peywirdarkirin. Polîsan bi armanca ciwanan rawestine kampanyayek balkêş dan despêkirin. Li taxê 700 sosî hat belavkirin.

POLÎSAN 16 NÎJANPEREST BINÇAV KIR

Li taxa Tumba komeke nîjadperst ya bi armanca pitşgiriyê bide polîsan behv bû. Lê polîsan belav kir. Piştî vê dîsa li Taxa Malarhojden derketin holê. Polîsan 16 heb binçav kir.

Polîsan got li taxên Akala, Årsta, Sundbyberg, Gustavberg, Norsborg ên Stockholmê camên dukan û wesayîtan hatine şikandin.

Ev rewş hikûmetê dike nava fikaran. Ji bo ev serhildan bê çewisandin ji bajarên din jî polîs hatibûn takviyekirin.

SEROKWEZÎ Û WEZÎRÊ DADÊ CIVÎNA KRÎZÊ ÇÊKIRIN

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt û wezîrê dadê Beatrice Ask bi şaredar û nûnerên midûriyeta polîsan re civîneke krîzê pêk anîn û der barê bûyeran de agahî girtin û her wiha tedbîran jî biryar hatin girtin.

SEDEMA SERHILDANAN TÊN NÎQAŞKIRIN

Sedemên bûyerên li Swêdê û pêşniyarên çareseriyê tên nîqaşkirin.  Pispor diyar kirin ku ev aloz jî ber polîtîkayên lîberal yên nû ku di navbera çînan de newekheviyê pêk tîne, diqewime.  Pispor diyar dikin ku herîz êde penaber di bin bandora vê de dimînin û got serhildanên wisa ancax bi polîtîkayên adîlane bên rawestandin.