Serhildana Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê

Wê rojê Kobanê neket. Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spîr, Sirrîn, Tişrîn, Minbic, Tebqa û Reqa yên di destê DAIŞ'ê de bûn, yek bi yek ketin...

Gotina 'Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve' yek ji sedemên sereke yên rûdana serhildana gel e, ku di 6'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kir û heta 8'ê Cotmehê dewam kir. Ev gotin bibû sedem ku gel dakeve kolanan. Lê tekane sedema Serhildana Kobanê ne ev bû. Her tiştî bi vê re dest pê nekir. Beriya wê jî hin tişt pêk hatin. Dema ku mirov Rojava û Bakurê Kurdistanê bi hev re binirxîne tê dîtin ku ev qonaxeke nû ya dîrokî ye.

Beriya qalkirina vê serhildanê em li destpêkirina pêvajoyê binihêrin û çend daneyên ji dîrokê pêşkêş bikin. Heta ku rastiya Kurdan a li Rojava neyê fêmkirin wê bandora wê ya li Bakur jî neyê fêmkirin.

PAŞXANEYEKE KURT A DÎROKÎ

Sûriye di sala 1920'î de bi Fransayê şer kiribû û 26 salan mêtingeriya Fransayê bû. Di sala 1946'an de serxwebûna xwe bi dest xist, lê heta salên 1970'î nekarî xwe ji kaos û darbeyan biparêze û bi darbeya Baasê re rejîmeke nû dest pê kir. Karê pêşîn ê vê rejîmê ev bû ku bi sed hezaran Kurdan ji hemwelatiyê derxînin. Zarokên van kesan jî nikaribûn ji mafan sûdê werbigirin û hatibûn îzolekirin. Şoreşa Bihara Ereban a ku dest pê kir û di sala 2011'an de li Sûriyeyê jî bandora xwe çêkir, welat xist rêyeke bêveger.

Dema ku ev tişt rû didan, li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê, li Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê Şoreşa Rojava diyarî cîhanê hate kirin. Qedera 3 milyon Kurdên li vir li dijî statukoya netewe-dewletê bûbû serhildan û şoreşek.

Di Adara 2011'an de protestoyên li Sûriyeyê zêdetir bûn. Gelê Rojava di vî şerî de nebû alî, xwe bi navê 'xeta sêyemîn' ava kir û bi Peymana Civakî re kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê îlan kir. Ji roja ku Kurdan tevî gelên din dest bi jiyaneke nû kirin, êrîşan jî dest pê kir û êrîş hê jî didomin.

Şoreşa Gel a Demokratîk her ku mezin bû, êrîş jî zêde bûn. Gelê Rojava bi xweparastinê li dijî êrîşan li ber xwe da. YPG û YPJ li Rojava bû saziyên xweparastinê. Êrîş ne bi tenê di warê leşkerî de, di warê siyasî, hiqûqî, civakî û çapemeniyê de jî domiya. Çeteyên hov ên bi navê DAIŞ di warê leşkerî de êrîş kirin. Di vî şerî de çekên giran jî bi kar anîn. DAIŞ a ku di 3 salan de tiştek bi dest nexist, bi planên qirêj re di sala 2014'an de bi hemû hêza xwe êrîşî kantona herî biçûk, Kobanê kir.

HER TIŞT BI ÊRÎŞÊN 15'Ê ÎLONÊ RE DEST PÊ KIR

Pêlên êrîşê yên ku di 10’ê Îlona 2014’an de dest pê kir, di 15'ê Îlonê de zêdetir bû. Ji sedan gundên Kobanê mirovan cihên xwe terikandin û xwe li sînorê Tirkiyeyê xistin. DAIŞ'ê bi tankan li gundan dida. Ev êrîş aliyên xwe yên madî û manewî hebû. Kobanê di navbera du kantonan de ye, li ser sînorê Tirkiyeyê ye, cîranê Til Ebyad û Cerablûsê ye, axa wê ji bo çandiniyê guncav û kantona herî biçûk e. Di heman demê de ji ber ku şoreş li vê derê hatibû îlan kirin DAIŞ'ê êrîşî vê derê kir û îmaj û propagandaya DAIŞ’ê li vê derê hilweşiya bû.

Êrîşên DAIŞ’ê domiya. Di 20'ê Îlonê de gelê Bakur xwe bera ser sînorê Pirsûsê da. Dewlet him ji bo pêşiya alîkariyê bigire tevdîrên mezin stend. Li wî aliyê sînor dengê topên DAIŞ'ê û li vî aliyî jî êrîşên dewleta Tirk. Li aliyekî bajarekî ku dixwest xwe biparêze û li aliyê din jî sivîlên ku dixwestin bibin dengê wî aliyî. Vî tiştî bandora xwe li ser bajarên Kurdan jî dikir. Piştî vêya tişta ku ew ê rojev diyar bikira wê rewşa Kobanê bûya. Ew jî xerabtir dibû. Di meha Cotmehê de DAIŞ kete nava bajêr û ev tişt bû çirûska serhildanê…

ROJ BI ROJ BER BI SERHILDANÊ VE

Bi meha Cotmehê re şer kûrtir bûbû. Dinyayê guhê xwe dabû Kobanê. Roj bi roj mirov dikare qala vê pêvajoya girîng bike.

29'Ê ÎLONÊ

Di 29'ê Îlona 2014'an de DAIŞ kîlometreyekê nêzî Kobanê bûbû. Lê ligel hemû bangan Tirkiyeyê korîdora çekên giran venedikir.

2'Ê COTMEHÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bang li her kesî kir ku, tiştên li Kobanê pêk tên beşeke 'pêvajoyê' ye û divê her kes xwedî lê derkeve û got, "Divê heta dawiyê berxwedan lê were kirin."

Di vê demê de li Amedê ji bo protestokirina êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê derabe nehatin vekirin, boykota dibistanan hate kirin, otobusên şaredariyê nexebitîn, xwendekar neçûn dibistanê.

3'Ê COTMEHÊ

Li Amedê hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku dan, ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin. Di Cejna Qûrbanê de ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê banga cejnê vegerînin cejna berxwedanê kir.

Di daxuyaniya piştre hate dayîn de ev tişt hate gotin: "Bila DAIŞ baş bizane ev xaka xaka Kurdistanê ye. Gelê Kurd çawa di dîrokê de li ber xwe daye wê îro jî li ber xwe bide. Kurdistan naşibe ti cihan. Bila baş bizanibin Kurd wê heta damla xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Heta ku pê li cenazeyên em nekin wê nekarin bikevin Kobanê.

Gelê Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê; bi çepik, dirûşm û tilîliyan ji bo cejnê li ser sînor derbas bikin ber bi sînor ve ketin rê. Di vê demê de bi tevlîbûna endamên Botan-Dîn-Der, HDP, Maya-Der, KESK li gel endamên Meclîsa Şaredariyê ya Cizîrê daxuyaniyeke ya çapemeniyê hate dayîn. Qetlîamên li dijî gelê Kurd di serî de li Şengal, Mexmûr û herî dawî li Kobanê hatin kirin hatin şermezarkirin. Gelê Cizîrê di serî de li taxên Cûdî, Sûr, Yafes û Konakê li gelek cihan bi guleyên hewayî û çekvan ve bi dirûşma 'Bijî Berxwedana Kobanê' rabûn ser lingan.

4'Ê COTMEHÊ

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku rewşa heyî pir xeter e, daxwaz ji hikûmeta Enqereyê kir ku çekên li kantonên din ên Kurdan li ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bê kirin, korîdorek bê vekirin. Le ev daxwaz bê bersiv ma.

5'Ê COTMEHÊ: ŞEHADETA ARÎN MÎRKAN

Ji şervanên YPJ'ê Arîn Mîrkan çalakiyeke fedayî pêk anî. Em dikarin bêjin çalakiya Arîn Mîrkan hemû anatomiya şer da guhertin. Bandoreke mezin kir. YPG'ê ev daxuyanî da:

"Hêzên me li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo dagirkirina Kobanê dayîn destpêkirin û 20 roj in li pey xwe hişt, bi vîneke ji polayî li ber xwe didin. Îro di saetên sibehê ve li nêzî 50 nuqteyên li navenda taxên Botan û Megtel ên dikevin rojhilat û başûrê Kobanê şerê pir dijwar sîng bi sîng diqewimin. Di vî şerî de bi qasî hate zelalkirin 74 çete hatin kuştin. 15 hevrêyên me yên ku bi canbexşane ji bo çeteyên DAIŞ'ê nekevin Kobanê û bi cesaretekî mezin şer dikin gihiştine şehadetê. Di nava 15 hevrêyên me de yên ku bi hemû vîn û berxwedaneke dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin hevrêya me Arîn li dijî êrîşa çeteyan çalakiyeke fedayî pêk aniye. Bi çalakiya hevrê Arîn êrîşa çeteyan hate şikandin û bi dehan çete hatine kuştin. Hevrê Arîn bi vê çalakiya xwe ya ku bi ruhekî fedayî, cesaret û fedekarî bû hêviya berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê. Derket holê ku hemû şervanên YPG'ê û YPJ'ê wê bibin Arînan, wê rê nedin ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê bikevin Kobanê û armancên xwe pêk bînin."

Hevrêyên Arîn ên ku şahidî ji çalakiyê re diyar kirin ku gotina dawî ya hevrê Arîn wiha bû: "Divê vê çalakiyê ji bo gelê xwe bikim. Ji bo siberojeke azad û Rêbertiyek azad li hev bicivin."

7'Ê COTMEHÊ: DAXUYANIYA ERDOGAN!

Piştî hilbijartina Serokkomariyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di gera xwe ya yekem a li nav welat de li Dîlokê li kampeke koçberên Sûriyeyî axivî.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna bi DAIŞ'ê re û got: "Ji hewa ve bombe kirin vê pirsgirêkê çareser nake. Têkildarî vê mijarê heta ku bi hevkarî bi hêzên bejahî re neyê kirin ti encamê bi xwe re naîne. Çend meh derbas bû ti encam nehatin girtin. Niha Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve."

Erdogan ê 'mizgîniya' ketina Kobanê da, xwe li hêzên koalîsyonê da û hinek daxwaz kiribûn: "Me sê tişt daxwaz kiribû. Yek îlankirina herêmên ji firîna balafiran re qedexe. Duyemîn li wan herêman ewlekariya paralel bê îlankirin. Bi projeya perwerde bike û bi çek bike hem li Sûriye û hem jî li Iraqê beşê mûxalîf hem bên perwerdekirin û em jî bên biçekkirin."

Di dîrokê de "Serhildana Gel a 6-8'ê Cotmehê" yan jî "Serhildana Kobanê" tê binavkirin, di van 3 rojên dîrokî de, piştî vê daxuyaniyê li çar aliyê Tirkiyeyê nerazîbûn hatin nîşandan û xwepêşandan dest pê kirin. Di rewşên beriya wê de, rewşa aloz a Kobanê, dîsa li ber man û nemanê ya Kobanê, bi vê daxuyanya dawî û destekirina vekirî ya Tirkiye ji bo DAIŞ'ê, gel herikan qadan. Gel li dijî vê bêwijdaniyê nerazîbûna xwe nîşan dan.