Serhildana 6-8’ê Cotmehê ya Kobanê -2

Di Raperîna 6-8’ê Cotmehê de 50 kesî jiyana xwe ji dest da. Piraniya van ji hêla polîs û leşkeran ve hatin kuştin. Bi mesaja Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan raperîn rawestiya.

Li pişt wê rasteqiniya ku bi navê ‘’Raperîna gel a 6-8’ê Cotmehê’’ yan jî ‘Serhildana Kobanê’ derbasî dîrokê bû helbet hin daxwaz hebûn.

DAXWAZÊN SERHILDANÊ!

Piraniya van daxwazan bi wê ve girêdayîbûn ku ji hikûmeta berdest dihate xwestin ku nêzîkatiya xwe rast bike û bi rengekî exlaqî nêzî pêvajoyê bibe. Mirov dikare daxwazan wiha rêz bike:

1) Ji deverên ku nêzî Kobanê ne yan jî ji deverên ku alîkariya leşkerî bikarîbû bigihe tenê ji Tirkiyê ve pêkan bû û dihate xwestin ko korîdorek vebe û bikaribe alîkarî derbas bibe.

2) Bila Tirkiye desteka xwe ya rasterast an jî nerasterast a ku dide DAIŞ’ê bide rawestandin.

3) Bila li gorî pêvajoya çareseriyê tevbigere, li gorî çarçoweya diyarkirî tevbigere.

Ne tenê gel her kesî bang dikir.

BANGÊN JI DER VE

Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban Kî-Mun bang kir ku hêzên koalîsyonê ji bo Kobanê tişta ku ji dest tê pêk bîne. Rayedarên YE’yê û Konseya Ewropayê ji bo Kobanê banga bihîstyarbûnê kirin. Têkildarî mijara ku ji Tirkiyê ji bo Kobanê korîdora alîkariyê wer vekirin û ji bo aramkirina bûyerên heyî 21 rêxistinan bi hevparî daxuyanî dabûn, ji bilî vê HDP, DBP, KCD, ÎHD, TÎHV, Federasyona Navnetewî ya Mafê Mirovan, Tora Mafê Mirovan a Behraspî ya Ewropayê daxuyanî dabûn. Derbarê berxwedana Kobanê nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan Mîstura bi daxuyaniyekê gotibû, ‘’ji bo êrîşa DAIŞ’ê ya bi ser Kobanê de were şikandin pêdivî bi alîkariya lezgîn heye.’’

BERSIVA HIKÛMETÊ YA JI BO BANGAN!

Daxuyaniya Erdogan a ku piştre dayî wek bersivek bû ji bo bangan. Erdogan PYD rêxistina terorê ragihand, ên ku destek dane PYD’ê tawanbar kir û xwest ku dev jê biqerin. Diyar kir ku ew alîkariya çekdarî jî qet nafikirin:

Erdogan piştî demeke kurt bi daxuyaniya ku dayî derbarê PYD’ê ku bi rojane bajar diparast û bi sedan şehîd dayî got: ‘’Van rojên dawî hin agahî belav bûn. Çi bûn ev agahî? Desteka çekdarî ya ji bo DAIŞ’ê û bi desteka çekdarî ya ji bo PYD’ê li dijî DAIŞ’ê li vir avakirina eniyekê. PYD niha ji bo me weke PKK’ê ye. Ew jî rêxistineke terorê ye. Yanî ji bo rêxistineke terorê, hêzeke ku dostê me ye û di NATO’yê de em pê re ne, Amerîka destekeke wiha, bi rengekî vekirî ji me re bibêje û li benda gotina ‘belê’ be, bendawariyeke wiha pir û pir şaş e. Ne pêkan e ku ji me li benda tiştekî wiha be, em nikarin ji tiştekî wiha re bibêjin ‘erê.’’

Lê di Rojnameya Fermî ya bi dîroka 2’yê Cotmeha 2014’an de biryara tezkereyê ya bi nimroya 1071’ê de ya ku li TBMM’ê hatî standin weşiya, bi vê tezkerê re sparteyek çêbûbû ku Tirkiye ji daxwazên ji bo alîkariya Kobanê re bibe bersiv.

Her wiha di axaftineke xwe ya dî de Erdogan gotibû, ‘çi têkiliya Kobanê û Tirkiyê bi hev re heye?’’ di daxuyaniyeke dî de gotibû, ‘’Heleb ji Kobanê girîngtir e.’’

DYA jî biendeza nêzî van daxuyaniyan dibû. Alîkara Berdeka Wezareta Karê Derve yê DYA’yê Marîe Harf gotibû PYD û PKK du organîzasyonên ji hev cihê ne. Her wiha daxuyaniyên siyasî yên wiha nerm dan ku ew ê dilxweş bibin ku Tirkiye tevlî nav koalîsyona dijî DAIŞ’ê bibe. Di vê navbeynê de yek ji fermanarê organîzasyona bi navê Artêşa Sûriyeya Azad Serheng Malîk el-Kurdî gotibû rejîma Esad li gel ku ev 3 sal in sûcê mirovahiyê dike jî ji DYA’yê ti alîkariyeke girîng nestandine lê ji bo ku Kobanê, ku devereke biçûk e, DYA alîkariyê dide YPG’ê û rexne li vê rewşê anîbû.

PÊVAJOYA 6-8’Ê COTMEHÊ Û TIŞTÊN KU DI VÊ DEMÊ DE BÛN!

Serhildana ku bi qismî 6’ê Cotmehê dest pê kirî 7-8’ê Cotmehê gihaşte asta herî bilind û hema hema dinya hemû hejijand. Kuçe bûne weke glokeke ji êgir, leşker û polîsan nema dikarîbûn derkevin derve. Gel hema hema serwerî hemû bajaran bûn, ji bo ku daxwazên wan bi cih werin banga kirin. Kobanê êdî rojeva dinyayê bû.

Ji Ewropayê deng bilind bû.

Li Elmanya Koln, Stûttgart, Nurnberg, Essen, Frankfûrt, Manhemîm, Hagen; li  Swîsreyê li Bernê; li Fransayê li Parîs û Strasboûrgê, li Avûstûryayê li Viyanayê çalakî dihatin kirin. Kurdistaniyên li Hollanda jî ku dixwestin balê bikişînin ser Kobanê Parlamentoya Hollandayê dagir kirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî gel ji bo Kobanê rabû ser piyan. Li Kerkûkê û li Qaledizê çalakiyên girseyî hatin kirin. Dirûşmên ‘bijî berxwedana Kobanê’ li Silêmanî deng veda. Li Ciwanro, Sine, Mehabad, Kirmanşah, Urmiye, Lorîstan, Bokan û her wiha li Tehranê çalakî û girêvên birçîbûnê dest pê kirin.

Li Tirkiyê jî dewletê dîsa bi rêyên gemarî kontrayên xwe derxistin derve. Hewl da ku bûyerê veguherîne şerekî navxweyî, di ser çapemeniya qirêj re operasyonên têgihiştinê bi rê ve bir. Bêyî ku bi derengî bikeve bû xwedî wê helwesta Adara 2006’an ku gotibû, ‘jin jî be, zarok jî be tişta hewce wê were kirin’’. Û çavê xwe jê re girtin ku li kuçeyan polîs mirovan bikujin. Her wiha navtêdanên organîzasyonên weke hîzbulkontra destek kir û çavê xwe ji wan re girt ku çekê bi kar bînin.

Di çalakiyên protestoyê de ku 6’ê Cotmehê dest pê kiribûn û heta 12’ê Cotmehê dom kiribûn, li Amed, Mêrdîn, Sêrt, Çewlig, Dîlok, Wan, Mûş, Êlih, Stenbol û Edenê polîsan mirov kuştibûn, bi tevahî 50 kes hatibûn kuştin.

Ev mirin di navbera 6-12’ê Cotmehê de pêk hatin.

TERISÎNÊN SERHILDANÊ

Di vê demê de hin geşdanên dî jî yên girîng çêbûn:

-Li Amedê qedexeya derketina derve, Çinar, Êgil, Erganî, Dîcle, Hênê, Hezro, Kocakoy û Qulp jî di nav de rojekê hate dirêjkirin. Qedexe spartin Qanûna Rêveberiya Îdarî. Li bajêr dibistan hatin girtin, seferên balafiran hatin betalkirin. Piştî girtina dibistanan a li Amedê, li Dersimê jî dibistan ji bo 2 rojan hatin girtin. Li Colemêrg û Wanê navber dana perwerdehiya li zanîngehê.

-Li gorî Daneyên Giştî yên Emniyetê; li 36 bajaran 2 hezar û 389 bûyer çêbûne, 48 jê sivîl 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 438 sivîl û 331 polîsa birîndar bûne, 4 hezar û 291 kes hatine binçavkirin, ji van jî 1105 kes hatin girtin.

Lê di serî de saziyên mafê mirovan û civakav sivîl, di raporên partiyan de hate diyarkirin ku raporên emniyetê rast nabêjin û dane hê zêdetir in.

Piştî ku dewletê nekarî serhildanê kontrol bike, bi qismî vekişiya. Erdogan ku weke kesê ku bûyer dayî destpêkirin 9’ê Cotmehê neçar ma ku banga arambûnê bike. Di daxuyaniyê de got protestoyên Kobanê pêvajoya çareseriyê kirine hedef. Her wiha bêyî ku nav bide HDP kire hedef.

Daxuyanî wiha bû:

‘’Tirkiye di mijara alîkariya mirovî de di dinyayê de yek ji wan welatan e ku pir bihîstyar e. Wiha, welatê me 200 hezar mirovên me yên ku ji Kobanê, ji ber rewşa terorê reviyan, deriyê xwe ji wan re vekir, bi dilekî nerm û dilovan, bê dudiliyekê destê xwe da van mirovên ku mexdûr bûne. Di vê pêvajoya wiha nazik de ku em tê re derbas dibin, em ê helbet nikaribin çavê xwe ji wê re bigirin ku helwesta me ya demokratîk û başbîn were îstîsmarkirin. Li dijî tundî, Vandalîzmê dewleta me bi rengekî herî çalak, di nav hiqûq û demokrasiyê de wê têbikoşe.

Diyar e ku ev lîstika hatî lîstin Pêvajoya Çareseriyê û sabotekirina biratiya me ya qedîm ji xwe re kiriye hedef, rewşa aramiyê ya li Rojhilat û Başûrêrojhilat ji xwe re kiriye hedef.

Ji bo vê jî, li dijî lîstika provakasyonên tarî, em bawer dikin ku welatiyên me wê  neyên lîstikê, her welatiyê me wê bi sebr û bi zanebûn tevbigere.

Li dijî van çalakiyan pir girîng e ku partiyên me yên siyasî jî pir baldar û bi bepirs tevbigerin. Gotinên ku tundiyê, aloziyê, vandalîzmê teşwîq dikin, wê ji mirinan, ji xwîna hatî rijandin bi asta pêşî berpirs bin.’’

Divê miro nîşeyekê deyne. Piştî vê daxuyaniyê bi rojekê, piştî temaên nûnerê DYA’yê yê hêzên koalîsyonê General John Allen û Enqerê, diyar bû ku DYA û Tirkiye li dijî DAIŞ’ê li ser plansaziya leşkerî li hev kirine.

Berdevka Wezareta  Karê Derve ya DYA’yê Jen Psakî diyar kir ku hefiya were wê şandeyeke leşkerî ya DYA’yê biçe Tirkiyê û bi rayedarên Hêzên Çekdar ên Tirk re (TSK) ‘şandeyeke plansaziya hevpar’ ava bikin.

JI OCALAN NÎŞEYEKE NIVÎSKÎ!

Hêla Kurd jî ku dihate tawanbarkirin tundiyê teşwîq dikin, heman rojê Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Demîrtaş got di banga ji bo hevgirtina Kobanê de wan banga tundiyê li kesî nekirine, banga alîkariya mirovî bûye.

Demîrtaş diyar ki ku wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şevê dî bi nivîskî peyam ji hev re şandine û got, ‘’Em dixwazin diyar bikin pê re li ser talokeya komkujiyê divê diyalog û muzakere werin lezandin û ev ji bo hemû aliyan hatiye pêşniyarkirin.’’

Demîrtaş got îdîayên ku DAIŞ bi kar tîne ji Tirkiyê hatine şandin di nav civakê de şikandinek çêkirine. Demîrtaş êrîşên DAIŞ’ê yên ji Mûsilê ta bi Kerkûkê pêk anîne bi bîr xist û got, gelên li van deran ti alîkariyek nestandine û got, ‘’Hîs kirin ku li pişt wan hêzên xurt, dewleta Tirk nîn e. Ê ku ev şikandin çêkirî ne em in.’’

OPERASYONÊN TÊGIHIŞTINÊ ÊN BI SER HDP’ê de

Li ser sûcdariyên ku HDP’ê berê gel daye tundiyê jî ev daxuyanî hate dayin:

‘’Dema ku me civîna HDP’ê çêdikir berêvarî ji Kobanê telefoneke bil ezgînî hat û gotin deriyê sînor ê Murşîtpinarê hatiye bidestxistin. DAIŞ hemû hêza xwe daya ser sînor û dibe ku deriyê sînor bikeve destê DAIŞ’ê. Ev dihate çi wateyê? Kêliyeke dî wê komkujî dest pê bikin, em ê nûçeyên tecawizê, serjêkirinê bibînin. Di vê rewşê de me helwesta rûmetdar a ku her partiyeke siyasî wê nîşan bida me nîşan da. Me bang li gelê xwe kir ku çalakiyê bikin. Me got li pişt Kobanê bin. Heke tiştên ku wê kêliyeke şûn de bibin, wê weke tişta ku em texmîn dikin bibin, em nikarin li geşedanên herêmê bifikirin.

Mê pêngava krîtîk kir û bang li gelê xwe kir ku çalakiyan bikin. Me di banga xwe de banga tundiyê nekir. Me banga rahêjin çek nekir. Banga me bangeke mirovî bû. Di nav çend saetan de rewşa li Kobanê guherî û nekarîn deriyê sînor ê Murşîtpinarê bi dest bixin. Roja dî jî meşan berdewam kir û li Vartoyê me nûçeya pêşî ya mirinê stand.’’

MESELEYA HUDA-PARÊ!

Yek ji parametreyê girîng a Serhildana 6-8’ê Cotmehê ew bû ku Huda-Par berdan derve. Ev organîzasyona ku hewl dida ji vê serhildanê sûd werbigire, piştre li pişt gotinên pepûk û rebenokî got ku neheqî lê bûye û tim êrîş bi ser tevgera Kurd de bir û bi dewletê re hin peyman danîn.

Huda-Par 2013’an ava bû. Bi giranî li bajarên Kurd kar û bar dike û partiyeke siyasî ye ku xwedî xeteke Îslamî ye. Partiya Hîzbûllahê ye. Piştî ku komeleya bi navê Mustazaf-Der bi hinceta ku têkildarî Hîzbûllahê ye hate girtin, ev patî hate avakirin.

Hîzbûllah salên 90’î dewletê ji bo ku li djî PKK’ê di şerê psîkolojîk de bi kar bîne ava kiribû û perwerde kiribû. Têkiliya ku dewletê bi vê organîzasyonê re danî bi zanebûn e. Hîzbûllahê di vir de xwe daya bikaranîn. Bi zanebûn û bi daxwaz ev kiriye. Ji bo herdu aliyan polîtîkaya bi ser bikeve derbas dibe. Hevkariya wan xwe dispêrê vê. Ji ber ku Hîzbûllah bi vî rengî wê girseya ku ji dest dayî biparêze û bi tirsê dîsa bi dest bixe. Motîvasyona salên 90’î wiha ye. Heman rewş di vê serhildanê de jî diyar bûye.

WÊ BIDOME

LÎNKA BEŞA YEKEM