Serhed: Azadiya Rêberê me bi serketina Efrînê ve girêdayî ye
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed tevlî bernameyek taybet a Ronahî tv bû, derbarê êrîşên ser Efrînê û li hemberî wê berxwedana gel nirxandinên giring kir.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed tevlî bernameyek taybet a Ronahî tv bû, derbarê êrîşên ser Efrînê û li hemberî wê berxwedana gel nirxandinên giring kir.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed tevlî bernameyek taybet a Ronahî tv bû, derbarê êrîşên ser Efrînê û li hemberî wê berxwedana gel nirxandinên giring kir. Serhed di serî de berxwedaniya Efrînê silav kir û got: “Di kesayeta Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de hemû şehîdên Efrînê, mirovahiyê, Rojhilata navîn û Kurdistanê bi bîr tînim.”
‘QEYRANA NETEW-DEWLETAN QEYRANA KAPÎTALÎZMÊ YE’
Serhed bi berdewamî got: “Hêzên modîrneteya kapîtalîst du sed sal in mudaxeleyî Rojhilata Navîn dikin, heya niha bi ser neketine. Weke aktorên sereke yên siyasî û leşkeri Amarîka û Rusya derdikevin pêş, lê yên herî zêde operasyonên qirkirina çandî û leşkerî li Rojhilata Navîn kirine Îngîltere ye. Di roja despêkê ya êrîşan de, yên ser er Efrînê Îngîltere daxuyanî da û diyar kir ku ew daxwazên Tirkiyê di cîh de dibînin. Weke îdeolojîk û konjoktorel bi xwe di nava van êrîşan de cîh digire. Weke hêzên hegonomîk Amerîka ye lê hêzên navnetewiyên Ewropa jî di navê de ne. Tirkiye jî dixwaze di navê de li gorî berjewendiyên xwe cîh bigire.
Êdî nikarin pergala xwe bidomînin. Her diçe pirsgirêkên civakî kûr dibin. Dixwazin gelan parçe bikin û wiha rê ve bibin. Hewl didin ku sînor û nexşeya Rojhilata navîn li gorî xwe ji nû ve diyar bikin. Qeyrana netew dewletan qeyrana kapîtalîzmê ye. Hêzên heyî li ser gelek tiştan li hev nakin, lê li hemberî vîna gelan dibin yek. Berî Efrînê êrîşî ser Kobanê û hemû Rojava kirin, li hemberî êrîşan gel vînek xurt nîşan dan. Ji ber wê jî hewl dan bi navê çareseriyê hinek hevdîtin kirin, lê bi giştî gelê Suriyê muxatap negirtin. Dixwazin hêzên heyî li gorî xwe bi kar bînin û armanca wan dagirkerî ye. Nêzîkatiyên wan li Kurdan û hemû gelên herêmê yên weke Ereb, Tirkmen û Ermenî jî bi vî şêweyî ne.”
‘NAXWAZIN ŞOREŞA GELAN Û JINÊ ÇÊBIBE, QEYRANÊ KÛR DIKIN’
Serhed bal kişandE ser bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên ser Efrînê û wiha berdewam kir: “Gelan û jinan li hemberî DAÎŞ’ê herêmên xwe yên azadiyê berfireh kirine. Hêza heyî ne bê bandor e di aliyê siyasî, dîplomasî û leşkerî de xwe rêxistin kirine. Di nava êrîşên hêzên deshilat de xeyalên Tirkiyê yên pêvajoyek Osmaniyan ser Rojhilata navîn û di navê de jî dijminiyek xwe ya taybet a li ser Kurdan jî heye. Berê jî wiha bû, di pêvajoya tekoşîna me ya çil salan de jî bi heman şêweyî berdewam kiriye. Timî dixwaze ser Kurdan îmha û komkujiyê pêkbîne. Ji ber wê hebûna xwe bi Efrînê ve girêdaye, di hindir de darbeyekî dîktatorya berdewam dike, hemû hebûna xwe daye êrîşên ser Efrînê. Bêdengiya hêzên navdewletî jî tê maneya ku naxwazin li ser vê erdnîgariya Rojhilata navîn şoreşa gelan û jinê bibe. Ji bo wê qeyranê kur dikin.”
‘MESELEYA EFRÎNÊ YA HEMÛ GELAN E’
Serhed piştevaniya gelan a ji bo Efrînê jî wiha anî ziman: “Niha du alî hene, yek bi pêşengiya Kurdan hêzên ku li hemberî moderniteya kapîtalîst bi vînek azad kom bûn û pêl bi pêl dengê xwe derxistin, ya din jî çiqasî di nava netewe dewlet û hêzên modernîteya kapîtalîst de nekokî hebin jî dibin yek. Di şêwazê wan ê siyaseta rojane de jî diyar dibe. Ger wiha nebe çawan dibe hêzên NATO’yê li hember êrîşên ser Erfînê nikarin dengê xwe bikin. Siyaseta Amerîka û Rusya ya parçe bike- bi rê ve bibe ser wê axê Tirk jî ji xwe re weke piştgiriyekê dibîne, jixwe zemînek dît wiha êrîş kir. Wiha nebûye bêyî erê kirina wan berê xwe neda Efrînê. Ji xwe berê jî di vê derbarê de planên wan hebûne. Planên wan pir qirêj e, tinekirina vîna azad e û bi giştî komkujî ne, ji bo wê jî meseleya Efrînê ya giştî gelan û neteweya ne.
Jixwe kesî mesela Efrînê weke tenê ya Kurdan negirtiye dest, her kes ji bo xwedî li xwe derkevin ser piyan in. Gelên Rojava çi dixwazin? Ew gelan modelek çareseriyê ya bê dewlet dixwazin. Ev rabûn pêlek nû ye, di dîroka mirovahiyê de vejînek e. Rejîmên ser peyîwira xwe ne qadên jiyanê li mirovan teng kirine, hiqûq nameşe. Ger hiqûqa navnetewî ketiba meriyetê wê di derbarê rewşa giştî Surî û Efrîn jî di navê de biryar bihatana standin”
Serhed wiha pêde çû: “Wê kî terorîzma dewletên netew darizî ne? Dewleta Tirk hemû Kurdan terorîst dibîne. Bi navê gelan, jinan û ciwanan kî pêşengî bikin wan terorîst dibînin. Derewek ji xwe re dîtine û pêşkêşî hev dikin. Metirsiyên Tirkan di cîh de dibînin, di cîhde dîtina wê komkujî erê kirine. Di bin gotina metirsiyên Tirkiyê di cîh denin komplo heye. Li hemberî wê jî di kesayeta Efrînê de dîroka mirovahiyê û jinan, demokrasi û azadî li ber xwe dide.”
‘ŞARISTANIYA JINÊ TÊ AVAKIRIN’
Serhed ji bo cesareta Arîn û Avesta ya fedayî jî wiha got: “Di şerê cîhanê yê sêyemîn de şaristaniya jinê ava dibe, ji xwe jinan jî bi vê fikir û baweriyê di şer de cihê xwe girtin. Çawan Arîn Mîrkanan mohra xwe li berxwedana Kobanê dan, di heman demê de li Efrînê jî Avesta Xabûran mohra xwe lêdan. Ev serîrakirina jinan e, li hemberî deshilatiya pênc hezar salan. Her bostek axa Efrînê bi destê jinan hatiye çandin û xemilandin. Ji bo wê ye gelê me dibêje: ‘Em nahêlin ne çiqlek darê me yê zeyîtûnê, ne bostek erdê me têkeve destê dijim.’ Jinan hovîtiya dewletên serdest pênc hezar sal jiyane. Di nava çil salên tekoşînê de çi deskeftî hatine destxistin, jin û tevahî gelên herêmê hay jê hene. Dema ku mirov bêje ax dibin vê axê de çand û hebûnek heye.”
‘DIXWAZE EFRÎNÊ LI ‘MÎSAKÎ MILLÎ’ ZÊDE BIKE’
Serhed da zanîn ku Tirkiye dixwaze demografiya herêmê bide guhertin û bi xwe ve bide girêdan û wiha domand: “Ji bo wê jî bi navê ‘korîdora ewlekariyê’ rêya valekirina Efrînê nîşan dide. Dixwaze Efrînê ser Mîsaqê Milî zêde bike, ger ji destê wan bê wê deverên dinê jî wiha bike. Bi xeyalên Osmaniyan çûn. Despêkê gotin ‘sê saet, sê roj heftiyek’ niha jî li wê asê mane. Ji bo wê jî dibêjin ‘ketina Efrînê heye derketin nîne, sefera Tirkan heye, lê serkeftin nîne.’ Piropogandayên vala dikin. Hêzên YPG û YPJ’ê yên ew weke ‘terorîst’ binav dikin xwediyê wê axê û zarokên wî gelî ne.
Ne tenê wan giştî gelên Kurd, Suryan, Ereb, Asurî, Ermenî hemûyan çek girtine. Li kuderê êrîş ser deskeftiyên gelan û jinan hebe wê li hember êrîşan çekê rakin, ji xwe rakirine jî. Gelên Suriyê li hember rejîma DAÎŞ’ê ev rastiyê derxist holê. Berxwedana Kobanê, Helebê û Efrînê nîşan da ku dema gel baweriyê bi hêza xwe bîne serkeftinên çawan bi xwe re tîne. Despêkê gelê Efrînê bawerî bi xwe anî, paşê jî gelên Rojava, Rojhilata navîn, pêl bi pêl piştevanî ji gelek deverên cîhanê hatin. Cesaret azadiyê derdixe, meseleyek bîr û baweriyê ye, tirs jî teslîmyetê derdixe holê. Gelan ev baş têgihiştiye, ji bo wê jî dibêjin ‘heya yek ji me hebe em ê li ber xwe bidin.’ Êdî ev gel bi ser ketiye. Wêje û hunera nû bi berxwedanê re pêş dikeve. Di nava vî şerê hovane yê sivîl de ku tê qetilkirin jî manewiyat bilind dibe. Ev piştevanî wê serkeftinê bîne.”
‘GEL JI DEWLETAN BIHÊZTIR IN’
Serhed piştevaniya jinan jî wiha nirxand: “Di navnetewî de piştevaniya jinan jî hat dîtin. Jinan komcivîn çêkirin û weke heyet çûne serdana Efrînê. Hemû jinên Latîn Amerîka, Ekvator, Rojhilata navîn wê berê xwe bidin Efrînê. Dê ev şoreş ne tenê li Suriye, tevahî Rojhilata navîn û cîhanê bandora xwe bike. Ev vegera çanda jinê ye. Ji derveyî wekheviyê jin vesazbûneke din napejirînin. Ji demboriyê encam girtine. Ji vê helwesta wan mirov kelecan digire. Dema mirov şopdarê heqîqetê be derfetên xwe bi xwe ava dikin, li benda derve namîne.”
Serhed destnîşan kir ku êrîşkar vekişin û çareseriyê ji gelên li herêmê re bihêlin û wiha domand: “Hemû cîhan li hemberî zilmê û faşîzmê derdikevin, deng, reng û nasname pi rin. Hat dîtin dewlemendî û hebûna gelan ji ya dewletan bihêztir e. Ji bo wê jî berxwedana heyî dê rê li ber encamek bihêz veke.”
Serhed bilêv kir ku jin jiyan e, niha destdirêjî ser jiyanê heye û wiha pêde çû: “Ji ber jinê weke mêr di nava xwe û rastiyan de mesafeyek venekiriye. Her çendî zordarî û koletî jiya be jî lê sedema wan têgihiştin jin hîn zêdetir kur kiriye. Jiyan hatiye tepisandin, zarokên xwe winda kirine, ji bo wê jî jin tenê ne aliyê fizikî ye. Rastiya her du cinsan pir ji hev cuda ye, di aliyê çandî, siyasî û jiyanî de. Jin armancên destirêjiyê baştir têdigihin.
‘JIN HÊZA SEREKE YA GUHARTINÊ YE’
Dema şoreşa Rojava dest pê kir ne tenê jinên Kurd jinên Ereb jî weke nû çavên xwe vekin tevlî berxwedanê bûn. Di despêka tevgera me de jî bi heman şêweyî bû, ref bi ref hatin tevlî bûn. Jin hêza sereke ya guhertinê ye. Pergala deshilat jî vê rol û misyona jinê baş dizane.
Wê Efrîn serkeftina şoreşa jinê mîsoger bike, nîşanên wê diyar in, bendewarî jî wiha ne. Hemû jinan ji çalakiya Avesta Xabûr hêz girtin, hîn bûn ku êdî jin qurban nabin, bi artêşd ibin û xwe perwerde dikin. Weke partî em ê jî hem ji bo vê çalakiyê û hem jî ji bo rabûna gelan bi her awayî pêşengî bikin.”
‘RÊBERÊ ME BÛYE YÊ GELAN’
Serhed nirxandinên xwe wiha berdewam kir: “Rêberê me demdirêj li Rojava maye, gel berê de nas dikin, ew dizanin Rêberê me ji bo jinan û gelan çiqasî ked daye. Li herderê gel roja 15’ê Sibatê weke roja reş dibînin û çalakiyan dikin. Ji bo wê ye evqas vîna berxwedanê pêş xistiye, bo wê li hemberî komployê hesas in. Berdewamiya komloyê her dem bi êrîşên ser gerîla û nehêlana yekîtiya gelan berdewam dikir. Di despêka komloyê de jî tinekirina Rêbertî û tertûbelavkirin tevgera mebû. Êdî nêrînên Rêberê me bûye yê gelan, gel xwe li ser wê saz dikin. Ji xwe di Efrînê de têkçûna faşîzmê, têkçuna AKP’ê ye. Ji xwe AKP jî ji wê ditirse. Azadiya Rêberê me jî bi serkeftina Efrînê ve girêdayiye. Ev şerekî mezin ê gelan e li hemberî faşîzmê.”
‘EM 8’Ê ADARÊ LI DAYIKÊN EFRÎNÊ, RÊBER APO PÎROZ DIKIN’
Serhed bi wesîleya 8’ê Adarê ji niha de cejna jinan jî pîroz kir û wiha bidawî kir: “Bi hatina 8’ê Adarê re cejna dayîkên Efrînê yên ku bi berxwedana xwe cesaretek mezin dide me û hemû jinan pîroz dikim, cejna hemû jin û mêrên di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikim, ji ber azadiya jinan di heman demê de azadiya mêrane jî. Her wiha vê cejnê li hemû jinên her devera cîhanê li ser piyanin bi şêweyekê hêza xwe tevlî berxwedanê dike pîroz dikim. Em cejna Rêberê xwe pîroz dikin. Em gelek bişans in ku Rêberê me kedek mezin ji bo azadiya jinan daye.”