Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê, qebûl kir ku bombebarana gundê Zergelê ku 8 sivîl hatin qetil kirin wan pêk aniye. Serfermandariyê hewl da ku rastiyan veşêre û îdîa kir ku Zergelê ne gundê sivîlan e.
Der barê bombebarana gundê Zergelê yê Qendîlê ku duh ber destê sibê saet di 04:00'an de pêk hatibû û 8 sivîl jiyana xwe ji dest dabûn de, Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û qebûl kir ku bomberan ji aliye wan ve hatiye kirin.
Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê tevî dîmenên komkujiyê bi awayekî aşkera diyar dike ku Zergelê gundek sivîl e û sivîl hatine qetilkirin, îdîa kir ku ev der ne cihê sivîlan e.
Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê, ji bo Komkujiya Roboskî jî daxuyaniyek bi vî rengî dabû û gotibû "endamên rêxistinê" hatine bombekirin.