Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe: 20 çekdar hatin kuştin
Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe: 20 çekdar hatin kuştin
Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe: 20 çekdar hatin kuştin
Pevçûnên dijwar ên ku li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên ku destekê ji dewleta Tirk werdigirin berdewam dikin. Pevçûn îro ketin roja 11’emîn. Di pevçûnên duh de herî kêm 20 endamên komên çete hatin kuştin
Duh di seatên şevê de komên çete êrîşî kargeha Lîbî kirin. Di encama bersivdayina şervanên YPG'ê, 20 çekdarên êrîşkar hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn. Her wiha li ber depoya avê komên çete yên hewldan êrîşî şervanên YPG'ê bikin, rastî berxwedana şervanên YPG'ê hatin. Di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn, lê hejmar nehat zanîn.
Li ser riya Hesekê komên çete ku hewl didan herêmê bixin bin kontrola xwe, êrîş malên welatiya kirin. Li vir jî rastî berxwedana şervanên YPG'ê hatin di encamê de komên çete ji herêmê reviyan û berê xwe dan gundê Tiwêmîn.
GELEK ÇEK HATIN DESTESERKIRIN
Şervan YPG'ê navenda safîkirina avê ku dikeve nêzî kaniya Elbanûs û Elfanûs ya li ser riya Hesekê bi temamî kirin bin kontrola xwe. Her wiha 4 wesayitên welatiyan ku ji aliyê komên çete ve hatibûn dizîn, gelek çekdarên komê çete ber bi aliyê riya Tilebye de direviyan hatin dîtin. Di pevçûnên şevê din de şervanên YPG'ê gelek çekên komên çete desteser kirin.
Her wiha malbata welatiyê Ereb Mistefa Elesed yê 47 salî, ku duh ji aliyê komên çete ve li Serêkaniyê hatibû sûîqestkirin, ji YPG'ê xwestin ku cenaze Elesed bighînin gundê Elok û dê li wir bispêrin axê. Şervanê YPG'ê cenaze alîkariya malbatê kirin û cenaze gîhandin gundê Elok ê 10 kîlometrê rojhilatî bajarê Serêkaniyê.
LI SER SÎNOR TEVGERA ARTÊŞA TIRK
Li aliyeke din, wesayitên leşkerî yên dewleta Tirk li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê tevgera xwe zêde kirine û agahiyên istixbaratî digrin. Li gorî çavkaniyên YPG'ê ku wesayitên leşkerî yê BMB û TIR’ên Tirkan li ser sînor tevgera xwe zêde kirine. Çavkaniyê YPG'ê diyar kir ku her ev wedayit diçin û tên, topbaran li ser wargehên YPG'ê dest pê dike.