Serdozgeriyê Wezîr Guler parast
Serdozgeriyê Wezîr Guler parast
Serdozgeriyê Wezîr Guler parast
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di gilîkirina Wezîr Mûhammer Guler a ji ber bûyera xwendekara dibistana amadeyî Dîlan Alp de, bi bombeya gazê ji serê xwe giran birîndar bû, mora xwe avêt binê biryareke sosret. Serdozgerî, di şûna dosyayê bişîne Serdozgeriya Meclîsê, biryara "li ser nexebite" da û dosya ji holê rakir.
BI BOMGEYA GAZÊ JI SERÊ XWE GIRAN BIRÎNDAR BÛ
Xwendekara dibistana amadeyî Dîlan Alp, ji bo tevlî çalakiyên 1'ê Gulanê bibe li gel hevalên xwe hat Tarlabaşi. Di dema êrîşa polîsan de bombeya gazê li serê wê ket, giran birîndar bû û bi rojan di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de di bin çavdêrî û tedawiyê de ma.
WEZÎR GULER DEREW KIR
Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler, êrîşa polîsan a hindik mabû Alp bikuje parast, dûre jî got, "endama rêxistinê ye", "endama komeke marjînal e."
Guler hin dîmen li çapemeniyê belav kir û îdîa kir ku di destê Alp de molotof koktyle hebû. Lê belê yekser derket holê ku ew şûşeya Guler jê re digot molotof kokteyl e, şûşeya sirkeyê bû ku Dîlan ji bo xwe ji bombeyên gazê biparêze bikar dianî.
Piştî van daxuyaniyên Mûammer Guler parêzerên Alp Gulîzar Tûncer, Ûmût Alkaç û Fazil Ahmet Tamer li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê giliyê Wezîr Guler kirin û xwestin bê darizandin.
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê mora xwe avêt binê biryareke sosret. Serdozgeriya ku diviyabû dosya bişanda Serokatiya Meclîsê biryar da ku pêwistî nîne "li ser bixebite" û dosya ji holê rakir.
Serdozgeriyê jî ji bo sedema vê biryara xwe jî qedexeya pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Taksîmê nîşan da. Her weha got, ji bo der heqê wezîran de lêpirsîn bê destpêkirin "1/10 ê endamên Meclîsê pêşniyarê qebûl bikin."
PARÊZER LI DIJ DERKETIN
Parêzerên Dîlan Alp li dijî biryara serdozgeriyê derketin.
Parêzeran di daxwaznameya xwe ya dijderketinê de weha gotin: "Gelo ew kesên mafên wan ji aliyê wezîran ve hatine binpêkirin û rastî sûcên wezîran hatine wê çi bikin? Ev kesên mexdûr nikarin bandorê li ji deh paran yekê parlamenterên li meclîsê bikin. Şensê van mexdûran nîne ku xwe bigihînin parlamenterekî bi tenê. Dozgerî bi vê biryara xwe re derfetên bêsînor ji wezîran re nas dike ku sûcan bikin."
Parêzeran dan xuyakirin ku di şûna dosyayê tune bike de divê Dozgerî dosyayê bişîne ji Serokatiya Meclîsê re û gotin, "Yan jî dikarîbû haya parlamenterên dikarin pêşniyarpirsê pêşkêş bikin, bi rewşê bixin."
Serdozgerê Komarê yê Stenbolê gilîkirina Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû û Mudurê Emniyetê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin jî bi biyara "ne wezîfeya min e" dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re şand.