Serdestê Parlamenta Hessenê partiyên çep in
Serdestê Parlamenta Hessenê partiyên çep in
Serdestê Parlamenta Hessenê partiyên çep in
Di hilbijartinên Parlamenta Eyaleta Hessenê ya Elmanyayê de, partiyên çep, serdestiya parlamentê bi dest xistin.
Di hilbijartinên eyaleta Hessenê de, ku bi hilbijartinên giştî yên federal re di heman rojê de pêk hat, CDU bi rêjeya ji sedî 38,2'an bû partiya yekemîn, SPD'ê 7 pûan li dengê xwe zêde kir û bi rêjeya ji sedî 30,7'an bû partiya duyemîn. Partiya Keskan bi rêjay ji sedî 11,1 bû partiya sêyemîn û Dîe Lînke jî bi rêjeya ji sedî 5,2'an cara sêyemîn mafê beşdariya parlamentê bi dest xist.
Hevkarê koalîsyonê FDP yên lîberal jî, li gel windahiya 11,2 pûanan ji sedî 5'ê dengan bi dest xist û di kêliya dawî de beşdarî parlamentê bû. Ji 55 herêmên hilbijartinê di 53 herêman de FDP'ê ji sedî 4,9 dengan wergirtibû û bi jimartina dengên li her du herêmên dawî re bû partiya pêncemîn a tev li parlamentê bû. AfD ya weke partiya suprîz a hilbijartinan dihat dîtin jî rêjeya ji sedî 4,1 ê dengan wergirt û şansê beşdariya li parlamentê winda kir.
Li gorî van encaman di Parlamenta Eyaleta Hessenê ya ji 110 kursiyan CDU 47, SPD 37, Partiya Keskan 14, Dîe Lînke û FDP'ê 6 kursî qezenç kirin. CDU tevî ku bû partiya yekemîn jî, serdestiya parlamentê ya li gel hevalbendê xwe FDP winda kir. Eger CDU di mijara koalîsyonê de bi SPD yan jî Partiya Keskan re li hev neke, dibe ku koalîsyonek sor-sor-kesk a ji SPD-Kesk û Dîe Lînke têkeve rojevê.