Serdanên ji bo piştgiriya HDP'ê
ÎHD, ESP, SYKP, SODAP û Partiya Keskan û Siberoja Çep ji bo piştgiriyê hatin serdana HDP'ê.
ÎHD, ESP, SYKP, SODAP û Partiya Keskan û Siberoja Çep ji bo piştgiriyê hatin serdana HDP'ê.
Heyeta ÎHD'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan, ji ber êrîş û operasyonên qirkirina siyasî, hat serdana Navenda Giştî ya HDP'ê û piştgirî da HDP'ê.
Her wiha heyeteke din a ji Seroka Giştî ya ESP'ê, Hevseroka Giştî ya SYKP Tulay Hatîmogûllari, nûnerên SODAP'ê, Hevberdevkê Partiya Keskan û Siberoja Çep Nacî Sonmez û sazî û partiyên pêkhateyên HDP'ê, hatin serdana HDP'ê.
Heyet ji aliyê Alîkara Hevserokên Giştî Fatma Kûrtûlan û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen ve hatin pêşwazîkirin. Heyetan piştgirî dan HDP'ê.