Serdanên ji bo Ozkan didomin

Endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Nûnerên sektora xizmetê ya Sendîkaya Karkeran a Giştî ya Fransayê û ICOR-Fransayê doh serdana Ozdemîr kirin.

Nûnerê ICOR'ê di dema serdanê de axivî û diyar kir, haya wan ji grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê heye û di vî warî de wezîfe dikevin ser milê wan.

Ozdemîr diyar kir, ev piştevanî hêzê dide wan û got, wê bi vê tevna piştevaniya enternasyonal re dîktatoriya AKP'ê qels bikin.

Nûnerên karkerên ji sendîkayên Konfederasyona CGT'ê hatin Johany Poncet, A. Auzenda jî berxwedan silav kirin.

Poncet û Auzenda li ser rewşa li Tirkiyeyê û Kurdistanê agahî wergirtin. Ozdemîr jî ji wan re qala destpêkirina greva birçîbûnê û rewşa dawî kir û got, ji bo têkbirina faşîzmê wezîfe dikeve ser milê her kesî.

Nûnerên CGT'ê diyar kirin ku wê di civîna xwe de ya li navenda sendîkayê, greva birçîbûnê bixin rojeva rayedarên payebilind ên sendîkayê.

Di vê navberê de endamên ACTÎT û Yekîtiya Jinên Sosyalîst, li ber Parlamenta Fransayê belavok belav kirin.

Çalakiyê 2 saetan dewam kir û ji bo panela 20'ê Nîsanê roja Şemiyê saet 17:00 a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê banga tevlîbûnê hate kirin ku wê berxwedêr H. Ozkan Ozdemîr jî tevlî bibe.