Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Viyanayê didomin
Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan li paytexta Awûstûrya Viyanayê di greva birçîbûnê de ne. Serdanên ji bo çalakgeran dewam dikin.
Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan li paytexta Awûstûrya Viyanayê di greva birçîbûnê de ne. Serdanên ji bo çalakgeran dewam dikin.
Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû ji 1'ê Sibate û vir ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê di greva birçîbûnê de ne.
Tevî Kurdistaniyên li Viyanayê, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar doh serdana çalakgeran kir.
Derar diyar kir ku çalakger ji daxwazên xwe mafdar in û divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe.
Derar got, "Bêguman wê çalakî bi ser bikeve."