Serçeteyan li dijî Kurdan alîkarî xwestin, AKP'ê jî alîkarî da!

Derket holê, lîderê çeteya "Osmanen Germanîa" ku hêza paramîlîter a rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye Mehmet Bagci, di Nîsana 2016'an de li dijî Kurdan gotiye "Em alîkariyê ji dewleta xwe dixwazin."

Çeteya bi navê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî), sala 2014'an bi navê "klûba boksê" xwe bi rêxistin kir. Têkiliya vê çeteyê bi desthilatdariya AKP'ê re di rojeva Elmanyayê de ye. Piştî ku agahî û belgeyên nû li ser vê çeteya qaçaxçitiya çekan, bazirganiya mirovan û narkotîkê dike û êrîşê dibe ser Kurdan derketin holê, nîqaş tê kirin ku ev çete û saziya AKP'ê ya li Elmanyayê ÛETD li Elmanyayê bên qedexekirin.

Tespît bûbû ku wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk ê gelekî nêzî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e, gelek caran pere şandiye ji serçeteyên "Osmanen Germanîa" ji bo pê çekan bikirin. Endamên çeteyê jî bi vî pereyî gelek debance û çeka otomatîk kirîn ji bo li dijî Kurdan bi kar bînin.

'EGER POLÎS PASÎF BIMÎNE, EM Ê VALAHIYÊ DAGIRIN'

Serçete Mehmet Bagci bi rêya çapemeniyê bi awayekî vekirî alîkarî ji rejîma AKP'ê xwest. Rojnameya Post ku yek ji weşanên desthilatdariya AKP'ê yên li Elmanyayê ye, mehê carekê derdikeve. Bagci û serçeteyekî din Selçûk Şahîn ji hejmara Nîsana 2016'an a rojnameya Post re axivîn û gotin ku ew amade ne xizmetê ji dewleta Tirk re bikin.

Her du serçete di vê hevpeyvînê de li xwe mikur hatin ku êrîşên li dijî Kurdan ên li Koln, Stûttgart û gelek bajarên din ên Elmanyayê, ji aliyê wan ve hatine organîzekirin. Serçeteyan her wiha bi pesindayinê gotin ku ew tevlî xwepêşandanên AKP'ê yên li Elmanyayê bûne û hê bêhtir alîkarî ji dewleta Tirk xwestin.

Mehmet Bagci ku xwe weke "Serokê Osmanen Germanîa ya Cîhanê" îlan kir, ji bo pirsa li ser şêweyê tevlîbûna wan a li meşên AKP'ê ev bersiv da:

"Di wan meşan de me hem welatê xwe parastin hem jî welatiyên xwe yên li wê derê ji êrîşa alîgirên PKK'ê parastin. Me eskortî ji gelekan re kir û ew birin heta ber mala wan. Li cihê ku polîs pasîf man, me valahî dagirtin û ewlekariya welatiyên xwe kirin."

'EM AMADE NE KU JI BO DEWLETA XWE BIMIRIN'

Mehmet Bagci di heman hevpeyvînê de anî ziman ku ji ber navê xwe ew li Elmanyayê nayên hezkirin û balkêş e bi navê "dayina perwerdeyê ji bo ciwanan li klûbên sporê" alîkariya pereyan ji AKP'ê xwest. Bagci îdîa kir ku ew ji bo welê têkoşiyan û ev bang li dewleta Tirk kir:

"Me li vê derê ji bo welatê xwe canê xwe danîn holê. Eger pêwîstî pê hebe em amade ne bimirin. Me malbat û zarokên xwe danîne aliyekî. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku dewleta me û karsazên me yên welatperwer ji bo kirîna malzemeyên ciwanên me yên li klûbên me yên sporê, alîkariyê bidin."

Heman piştî vê hevpeyvînê, serçete gleek caran çûn Tirkiyeyê. Bi Alîkarê Karên Derve yê AKP'ê Metîn Kulunk ku hevalê ciwantiyê yê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e, serçete Mehmet Bagci û Selçûk Şahîn hevdîtin ikrin. Piştre bi kesekî ji Qesra Erdogan re rûniştin.

Wê wextê di malpera parvekirina civakî Facebookê de, li binê wêneyekî ji aliyê 'Tevgera Vejînê ya Civakî' ve hate weşandin ku damezrînerê wê Îlnûr Çevîk e, wiha dihat nivîsandin: "Serokê me yê damezrîner ê birêz, Serşêwirmendê Serokkomarê me Îlnûr Çevîk li Serokkomariyê malovanî ji Osmanen Germanîa re kir. Tîşortên ji nîşaneyên wan li xwe kir û anî ziman ku weke Serokkomariyê ew her tim bi welatiyên me yên Tirk ên li derveyî welat ên li dijî rêxistinên terorê têdikoşin re ye."

DARIZANDIN WÊ DI ADARA 2018'AN DE DEST PÊ BIKE

Piştî ku derket holê ev hêza paramîlîter a li Elmanyayê fermanên xwe ji Enqereyê digire, polîsên Elman neçar man bikevin nava liv û tevgerê. Operasyona destpêkê 9'ê Mijdara 2016'an hate kirin. Bi fermana Dozgeriya Darmstadtê li gelek bajaran li dijî çeteya Osmanen Germanîa operasyon hatin kirin. Di enccamê de gelek madeyên narkotîkê û çek hatin bidestxistin û gelek kes hatin binçavkirin. Tê payin darizandina 8 endamên vê çeteyê, di Adara 2018'an de li Stûttgartê bên darizandin.