Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê û Yekîtiya Hêza Demokratîk, wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li hemberî qadên gerîla û operasyonên qirkirina siyasî di 8'ê Tebaxê de li Kolnê bi meş û mîtîngekê şermezar bikin û banga tevlîbûnê kirin.
Pêkhateyên Meclîsê û Yekîtiyê, di 29'ê Tîrmheê de li bajarê Elmanya Kolnê civiyan û ji bo meş û mîtînga 8'ê Tebaxê ya li Kolnê, plansaziyek amade kirin.
Dirûşmeya bingehîn a meşê wê "Rê ji faşîzmê re nîne, ji şer re na" ye. Di meşê de wê pankartên bi nivîsên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya li Pirsûsê bên hildan.
PLANSAZÎ
Der barê biryarên di civînê de hatin wergirtin, ev agahî hat dayîn:
"Hemû pêkhate, beriya meşa mezin a li Elmanyayê, hemû herêm wê çalakiyên hevpar lidar bixin, 1-8'ê Tebaxê weke hefteya çalakiyan ragihînin û li dijî van êrîşan berxwedana hevpar mezin bikin.
Deklarasyon û dosyayên hevpar wê ji aliyê heyetên hevpar ve pêşkêşî rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên hawirdor û jinan, tevgerên aştiyê û çapemeniya herêmî û giştî bê kirin.
Nameya hevpar wê ji hemû partiyên li parlamenta Elmanyayê xwedî kom in, Serokwezaretî, Wezareta Karên Derve, Wezareta Parastinê, Parlamenta Ewropayê, NATO û Neteweyên Yekbûyî re bên şandin.
Hemû rêxistinên Kurd û destekvanên meşê di hefteya pêş de civînan lidar bixin.
Herî dereng heta 6'ê Tebaxê roja Pêncşemê, bi beşdariya hemû pêkhateyan re saet di 10:00 de li ber Wezareta Karên Derve ya li Berlînê civîneke çapemeniyê ya girseyî bê lidarxisitn. Dûre nûnerê partiyên siyasî û sefaretxaneyên bilind bên ziyaretkirin, dosya û nameya hevpar a saziyan bên pêşkêşkirin."
'AKP'Ê LI DIJÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ ŞER ÎLAN KIRIYE'
Di metna bangawaziya ji bo çalakiyê de hat ragihandin ku b komkujiya li Pirsûsê re AKP'ê êrîşên xwe zêde kiriye, dest bi pêvajoyeke nû kiriye, operasyonên qirkirina siyasî, êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye meşandin.
Saziyan diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşî merasîmên cenaze jî dike û gotin, "Hikûmeta Tirk û Tayyîp Erdogan ji bo hesabê dizîtî û komkujiyan nede, li dijî hêzên ji bo demokratîkbûyînê rabûn ser piyan şer îlan kiriye û Tirkiye ber bi kaosê ve biriye."
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pêşî li bûyîna hêza bi tenê ya AKP'ê girtiye û hat destnîşankriin ku ji Şoreşa Rojava ji bo AKP'ê, kelemê di çavan de radibe ye.
Her wiha bal hat kişandin ser tifaqa AKP û Erdogan bi çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê re û nêzîkatiya DYA, NATO û Yekîtiya Ewropayê li vê rewşê hat rexnekirin.
BANGA LI DEWLETÊN TIRK Û ELMAN
Di metnê de ev daxwaz hatin kirin:
"Divê dewleta Tirk vî şerê daye destpêkirin der hal bi dawî bike. Tavilê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake, Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî yekser berde.
Pêwîste dewleta Elman dest ji destekkirina polîtîkayên şer ên qetlîamker ên dewleta Tirk berde. Elmanya bi îxracata çekan a ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bisekinîne, qedexeya li ser PKK'ê rake û tevkaryê li çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bike.
Divê statuya Rojava bi lez were qebûlkirin."
Di dawiya metnê de ji bo meş û mîtînga 8'ê Tebaxê ya li Kolnê banga beşdariyê hat kirin.