Şêniyên taxê, înfaz piştrast kirin
Fikar û gumanên li ser kuştina Dîlan Kortak a 19 salî ji aliyê polîsan ve bi awayekî plankirî, zêde dibin.
Fikar û gumanên li ser kuştina Dîlan Kortak a 19 salî ji aliyê polîsan ve bi awayekî plankirî, zêde dibin.
Fikar û gumanên li ser kuştina Dîlan Kortak a 19 salî ji aliyê polîsan ve bi awayekî plankirî, zêde dibin. Şêniyên kolana Dûmanlar a ku Dîlan li mala lê bû ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, anîn ziman ku wê şev ê li herêmê bi ti awayî şer neqewimiye.
Polîsên Tirk ên ser bi Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê, di 4'ê Kanûna 2015'an de avêtin ser maleke li Kolana Dûmanlar a li taxa Ataturk a navçeya Stenbol Sancaktepeyê û Dîlan Kortak a hînê 19 salî bû, qetil kirin. Her çend medya alîgirê AKP'ê hewl da înfazê weke şer îlan bike jî, li gorî xwediyê mala Kortak lê mêvan bû A.Î. yê hatiye binçavkirin ji parêzerên xwe re ragihand û li gorî axaftina şêniyên taxê yên ji ANF'ê re axivîn, ti şer neqewimiye û Kortak yekser hatiye înfazkirin.
Rêvebera HDP'ê ya Navçeya Sancaktepeyê parêzer Selîn Demîrel da xuyakirin ku şêniyên Taxa Ataturk ew bi înfazê hesandine û got, "Şêniyênt axê li me geriyan û gotin ku polîsên tevgera taybet dor li taxê girtine û li kolana Dumanli cesedê jineke ciwan heye. Me xwest yekser xwe bigihêjînin cihê bûyerê, lê polîsan nehiştin em bikevin nava kolanê."
DEMÎREL: POLÎSAN LI XWE MUKUR HATIN KU WAN DÎLAN ÎNFAZ KIRINE
Demîrel da xuyakirin ku dema wan çar kesên hatin binçavkirin ên li Emniyeta Vatanê tên ragirtin ziyaret kirin, ew hîn bûne ku Dîlan Kortak bi zanebûn û plankirî hatiye înfazkirin û diyar kir ku xwediyê mala Dîlan lê mêvan bû A.Î. ji wan re aniye ziman ku polîsan li cînayetê mukur hatine. Demîrel gotinên A.Î. yê saetek beriya serdegirtinê li Taxa Ataturk tevî 2 kesan hat binçavkirin ragihand û got, "Dema hat binçavkirin polîsan jê re gotine, 'Niha li mala te kesek heye?' Dema xwediyê malê jê re gotiye, kesek nîne, polîsan jî gotine 'Em dizanin jinek heye. Tu yê niha bibîne'. Polîsan piştî saetek du saetan careke din bi A.Î. re axivîn û gotin, 'Ka te gotibû kesek nîne? Em çûn, me ew kuşt, me gule berda serê wê'. Ev yek delîla şênber e ku nîşan dide Dîlan Kortak bi zanebûn û plankirî hatiye înfazkirin." Demîrel diyar kir ku ew ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin.
Yek ji şêniyên taxê ku nexwest navê xwe aşkera bike got, "Mîna ku hemû polîsên li Stenbolê li vir kom bûbûn. Di dema operasyonê de ji ber ku em li derve bû, piştî bi saetan jî me nikarîbûn xwe bigihînin mala xwe. Ya rast me fêm nekir çi bûye. Mîna kabûsê bû." Vî şêniyê taxê anî ziman ku ew xwediyê malê A.Î. û zarokên wî 2,5 sal in nas dike, malbateke bêdeng û bê pirsgirêk e û destnîşan kir ku mala polîsan avêtin ser mala malbateke ji rêzê ye.
'ŞER NEQEWIMÎ'
Şêniyê bi navê Yakûp Ozturk jî anî ziman ku ew 30 sal in li kolana Dûmanlar dijî, li vê klanê her kes hev nas dike û heta niha ti pirsgirêk derneketiye. Ozturk ragihand ku di şeva bûyerê de polîsan her du aliyên kolanê girtin û got, "Li her derê polîsên ku rûyê wan bi maske girtî bûn hebûn. Bi ser me de diqîriyan û digotin 'bikevin hundirê mala xwe'. Li ser serê me jî helîkopterek digeriya." Ozturk diyar kir ku berevajî îdîayan, li herêmê bi ti awayî şer neqewimiye û got, "Piştî ku tîmên taybet ketin hundirê avahiyê 6-7 caran dengê fîşekan hat û piştre ambûlans anîn cihê bûyerê." Ozturk da xuyakirin ku ew xwediyê malê A.Î. gelekî baş nas dike û got, "A.Î. ciwanekî gelekî baş e û bi karê xwe re mijûl e. Hostayê hesin e. Hewl dide debara malbata xwe bike. Hevala wî nexweş bû, ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku hatiye binçavkirin, ez gelekî xemgîn im."
'POLÎS KET HUNDIRÊ AVAHIYÊ, KUŞT Û JI AVAHIYÊ DERKET'
Taner Dogan ê ku di dema bûyerê de li mala xwe bû anî ziman ku bi ti awayî şer neqewimiye û got, "Polîs ket hundirê avahiyê, kuşt û ji avahiyê derket." Dogan got, "Ji me re digotin, 'bikevin hundirê mala xwe'. Xuya ye dixwestin mîna ku şer qewimiye nîşan bidin. Lê belê rastî ew e ku bi ti awayî şer neqewimiye û polîs bi zanebûn ketin hundir avahiyê û jin kuştin."
'POLÎSÊN TAYBET GULE REŞANDIN Û KETIN NAVA KOLANÊ'
Yek ji şêniyên taxê Zeynep a ku mala wê li pêşberî mala rastî serdegirtinê hatiye da zanîn, ku polîsên tevgera taybet bi gulereşandinê xwe berdane nava kolana Dûmanli û got, "Me hînê tiştek fêm nekir. Li her derê ji nişka ve polîsên rûyê wan bi maske pêçandî, derketin holê. Em gelekî tirsiyan. Bi ti awayî şer neqewimî. Polîs ketin hundirê avahiyê û bi cesedek di kîsekî reş de ji avahiyê derketin."