Sendîkaya mamosteyên Elman piştgirî da greva birçîbûnê

Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê (GEW) ku yek ji saziyên sereke yên civaka sivîl ên li Elmanyayê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê.

Li beramberî berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, hikumetên rojavayî bêdeng in, lê piştgiriya saziyên civakî yên sivîl a ji bo berxwedêran zêde dibe.

Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê ya Elman (GEW) ku di nava perwerdekar, mamoste û zanyaran de rêxistinbûyî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku ew piştgiriyê didin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê. Daxuyanî li ser malpera înternetê ya sendîkayê hate weşandin.

Sendîkayê bal kişand ser fikarên xwe yên ji ber bûyerên li Tirkiye û Sûriyeyê û diyar kir, "Divê hevdîtinên aştiyê ji nû ve dest pê bikin û şert û mercên jiyana bi hev re ya komên cuda yên etnîkî werin afirandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo destpêkirina pêvajoya aştî û diyalogê em destekê didin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û çalakiya wan silav dikin".

Sendîkaya GEW'ê her wiha diyar kir ku ew piştgiriyeke xurt didin pêvajoya avakirina dibistan û zanîngehan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê.

Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê (GEW) destnîşan kir, avakirina sîstemeke demokratîk a ji gelek komên etnîkî pêk tê gelekî girîng e û ragihand, divê hêzên demokratîk ên herêmê tevlî hevdîtinên navneteweyî yên ji bo aştiya li Sûriyeyê bibin. GEW'ê herî dawî ji bo parastina gelan bang kir ku bes çek bên firotin û herêm li firîna balafiran bê qedexekirin.

Sendîkaya Perwerde û Zanistiyê (GEW) ku navenda wê li Frankfurtê ye, yek ji saziyên sereke yên civaka sivîl ên li Elmanyayê ye. Nêzî 300 hezar endamên sendîkayê hene û hema bêjin li her bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye.