Sendîkavanên Brîtanyayî ji Ocalan re qerta rojbûnê şandin
Yek ji sendîkayên sereke yên Brîtanyayê Unisonê, bi rêya Sefaretxaneya Bilind a li Enqereyê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qerta rojbûnê şand.
Yek ji sendîkayên sereke yên Brîtanyayê Unisonê, bi rêya Sefaretxaneya Bilind a li Enqereyê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qerta rojbûnê şand.
Sendîkaya Unison her wiha kampanya "Azadî ji Ocalan re" bi rê ve dibe. Sekreterê Giştî yê Unisonê Stephen Smellie got, ji bo mesaja wan bigihêje Ocalan wan ji Sefîrê Bilind ê Brîtanyayê yê li Enqereyê Sir Dominicik Chilcott alîkarî xwestine. Smellie anî ziman ku bi wesîleya rojbûna Ocalan wan qertek şandine, lê belê pê nizanin bê rayedarên Tirk hiştine ku mesaja wan bigihêje Ocalan an na.
Stephen Smellie bi bîr xist ku zêdeyî 19 sal in Ocalan li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û bi salane nikare malbat, parêzerên xwe yan jî doktorên serbixwe bibîne. Smellie diyar kir ku mafên bingehîn ên mehkûman jî ji Ocalan re nayê naskirin, lewma 'hema bêjin nepêkan e' ku qerta rojbûnê ya wan ji Ocalan re şandine gihîştibe wî.
Smellie diyar kir ku ji ber vê yekê wan alîkarî ji Sefîrê Bilind ê Brîtanyayê yê li Enqereyê Sir Dominick Chilcott xwestine. Smellie destnîşan kir ku haya wan ji rola Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rengekî aştiyane û demokratîk heye.