Sendîka û rêxistinê pîşeyî: Em ê qet serê xwe berjêr nekin

Sendîka û rêxistinê pîşeyî xwedî li wan kedkaran derket ku ji kar hatine avêtin û karê wan hatiye sekinandin û gotin:‘’Em ê qet serê xwe li dijî zilm û zordariyê berjêr nekin’’

Îro sendîka, rêxistinên pîşeyî, hêzên demokrasiyê li Meydana Galatasarayê civiyan û xwestin ku kedkarên ku di bin navê Rewşa Awarte de bi awayî der hiqûqî û neheq ji kar hatine avêtin û karê wan hatiye sekinandin li kar û barê xwe vegerin. KESEK, DÎSK, Odeya Tabîban û TMMOB’ê bi hevkarî çalakî li dar xistin, di çalakiyê de wekîlên HDP’ê, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, EHP, Kaldiraç û gelek rêxistinên siyasî, sosyalîst û hêzên demokrasiyê jî amade bûn.

KAYA: TINAZÊN XWE BI TIRKIYÊ DIKIN!

Wekîla HDP’ê Huda Kaya li çalakiyê axivî û got, Tirkiye îro di rewşeke pêkenokî de ye ku cîhan pê dikene û wiha berdewam kir, ‘’Çima? Ji ber ku darbeya rastî ew dikin. Vê darbeyê li dijî kesên ku difikirin, li dijî azadiyê û kedê dikin. Li hemû welatên Ewropa dibêjin, ‘’Divê xelata Oscarê bidin vî şexsî’ 15’ê Tîrmehê hingî serkeftî rola xwe bi cih anî, Cîhan hay jê heye!’’

AKDAG: EM Ê LI NIRXÊN HEVPAR XWEDÎ DERBIKEVIN

Li ser navê KESK’ê Sevtap Akdag daxuyanî xwend û got bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de ku ‘’kokteyl’ên kedkaran dibine hincet ji bo wan îhrac bikin. Bi berdewamî diyar kir li şûna kesên ku derhiqûqî û neheq ji kar têne derxistin bi torpîlê kesan dixine kar.

Akdag wiha domand, ‘’Em ê li nirxên xwe yên hevpar xwedî derbikevin, em ê têkoşîna xwe ya fiîlî û rewa di her şert û mercî de bêhtir li hev xwedî derbikevin û bidomînin û vê lîstikê bi dawî bikin. Em ê li ber efendiyên zilm û zordariyê serê xwe berjêr nekin.’’

 

...