Senatoya DYE dê roja Sêşemê Sûriyê binirxîne
Senatoya DYE dê roja Sêşemê Sûriyê binirxîne
Senatoya DYE dê roja Sêşemê Sûriyê binirxîne
Senatoya DYE, dê roja Sêşemê bi rûnişteke vekirî Sûriyê binirxîne.
Di rûniştina Senatoyê ya li ser mijara Sûriyê de dê Wezîrê Karên Derve John Kerry û Wezîrê Parastinê Chuck Hagel îfadeyê bidin.
Serokê DYE Barack Obama roja Şemiyê dabû xuyakirin ku ewê ji bo destwerdana leşkerî li Sûriyê, destûra kongreyê bigire. Kongre wê di 9'ê Îlonê de kom bibe.
Rûniştina li Senatoyê ji bo erêkirina operasyonê ya li Kongreyê weke pêş-ezmûnekê tê dîtin.
Ji ber vê yekê rêveberiya Obama û demokrat, ji niha ve di nava xebateke mezin a lobî de ne.
DYE rejîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyewî ya di êrîşa 21'ê Tebaxê li herêma El Şam a paytext Şamê tewambar dike. Sûriye jî van îdîayan red dike.