Şehîdên Rojava li Saarbrucken hatin bi bîranîn
Şehîdên Rojava li Saarbrucken hatin bi bîranîn
Şehîdên Rojava li Saarbrucken hatin bi bîranîn
Şehîdên Rojava yên ku di tekoşîna li dijî êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane, li bajarê Elmanya Saarbruckenê hatin bi bîr anîn.
Di kesayeta Serkan Tosun yê MLKP’yî ku di dema berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da çalakî ku ji bo tevayî şehîdên Rojava hate li darxistin hejmarekî mezin Kurdistanî û nunerên MLKP’ê beşdar bûn.
Serokê Komeleya Çanda Kurd a Saarbruckenê Cabbar Gezîcî di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste gelê Kurd bi têgihiştina ku Rojava qedera Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar dike, nêzî pêvajoyê bibe. Gezicî got ku şehîdên di dema vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, destkevtiyên gelê kurd hîn pêş xistine.
Nûnerê MLKP’ê ku di çalekiyê de axivî, Serkan Tosûn bi bîr anî û diyar kir ku rêya şoreşê di şerê li Rojava de derbas dibe.
Melle Serîn jî di axaftina xwe de diyar kir ku şehîdên gelê kurd gihiştine mertebeyekî bilind û li dijî çeteyên ku bi navê Îslamê li ser gelê kurd komkujiyan dimeşînin şerkirin pêwistiyekî baweriyê ye.
Çalakî piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.