Şehîdên Minbicê li Wûppertalê hatin bîranîn

Şervanên YPG'ê Cemal Şêxmûs, Bilind Tahir û Besan Ethem ên di 9 û 15'ê Cotmehê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Tevî malbatên şehîdan gelek Kurdistanî tevlî bîranîna li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê malbatên şehîdan axivîn.

Malbatan soz dan ku têkoşîna zarokên xwe bidomînin û got, "Em li ser navê şehîdên xwe soz didin gelê xwe. Têkoşîn û berxwedana me wê heta serketinê bidome. Dijminên me çi dikin bila bikin, em ê ti carî ji têkoşînê venegerin û têkoşîna şehîdên xwe heta dawiyê bidomînin. Zarokên me ji bo azadiya gelê xwe bêteredût şehîd bûn. Em ê jî bi hevalên wan re bin û heta nefesa xwe ya dawî têbikoşin."

Dûre bîranînên li ser jiyana şervanên YPG'ê hatin vegotin û merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

...