Şehîdên Minbicê li Marsîlya û Bernê hatin bîranîn
Sevda Çagdaş, Eylem Ataş û Bêrîvan Dînç ên di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, li bajarê Swîsre Bernê û li bajarê Fransa Marsîlyayê hatin bîranîn.
Sevda Çagdaş, Eylem Ataş û Bêrîvan Dînç ên di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, li bajarê Swîsre Bernê û li bajarê Fransa Marsîlyayê hatin bîranîn.
Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) û Eylem Ataş (Cemre Heval) ên di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, li paytexta Swîsre Bernê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê rêxistina MLKP-Bernê ve hat organîzekirin û li komeleya Dem-Kurdê pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser jiyana şervanên BOG'ê mesaj hatin xwendin. Dûre nûnerê MLKP'ê Tayfûn Tayfûn peyivî û şehîd bibîr anî. Tayfûn da xuyakirni, ku MLKP'ê bi berxwedana Kobanê ve biryar da bibe parçeyekî aktîf ê Şoreşa Rojava û got, "MLKP bi xwina xwe, bi canê xwe tevlî berxwedana li Rojava bûye." Di dawiya merasîmê de beşdaran jî hest û nêrînên xwe bilêv kirin.
MARSÎLYA
Li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê jî, Bêrîvan Dînç (Asî Korkmaz) a di 19'ê Hezîranê de li Minbicê tevî 13 hevalên xwe şehîd ket, hat bîranîn.
Ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û dûre sînevîzyonek ji wêneyên Bêrîvan hat nîşandan. Dotmama Bêrîvan Ûmût Dînç li vir axivî û got, "Dilê me şewitî. Lê em dizanin îro li Kurdistanê her roj dil dişewite. Bi saya van berdêlan û berxwedanên bêhempa, gelê me gihaştiye vê rojê. Bêrîvan şehîda gelê Kurd e, em ê hta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
Di merasîma bîranînê de, 33 canên di Komkujiya li Sêwasê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Merasîm bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.