Şehîdên Hesekê li Hambûrgê hatin bibîranîn
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kesên ku 3’yê Cotmehê li bajarê Hesekê yê Rojava di qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kesên ku 3’yê Cotmehê li bajarê Hesekê yê Rojava di qetlîama çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Bîranîn a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê hate lidarxistin, ji hêla pêkhateyên komîteya PYD’ê hate organîzekirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Nûnerê PYD’ê yê Hambûrgê Cihan Fettah axivî, diyar kir ku wê hesabê vê êrîşa hov a li dijî gelê sivîl teqez bê pirsîn, wiha dewam kir; “Qatilên hêza wan nagihêje YPG û YPJ’ê, berê xwe dan dawetekê û hewl dan tolê hilînin. Ev jî nîşan dide ku çiqasî tengazer in. Tekane tirsa wan modela Rojava ye. Ji bo ev model li Hesekê nekeve meriyetê, bi nemerdî êrîş dikin. Lê ev giştî vala ne. Her çiqasî êş jî hebin, bêyî bedelan azadî nayê bidestxistin. Em mirovên xwe yên ku li Hesekê şehîd bûne di vê çarçoveyê de dinirxînin.”
Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî jî anî ziman ku ev êrîşa nemerdî di heman demê de wezîfe û berpirsiyariyên wan jî anîne bîra wan.
Kobanî got, “Em li kû derê têkoşînê ne û çiqasî girêdayî ne? Divê em van pirsan ji xwe bikin. Dixwazin bi bûyerên dilsoj ve teslîmbûnê pêk bînin. Dixwazin moralê me xira bikin û me bêçare bihêlin. Dema mijar bû têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, dijminên me yên dilerizin dibin yek” û diyar kir ku gelê Kurd ê ku heta duh li şûna mirovan nedihat hesibandin, niha aktorê serekê yê denklema Rojhilata Navîn e.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hambûrgê jî Yûsûf Comert got; “Li kîjan parçeyê Kurdistanê mirovekî me şehîd bikeve dilê me hemûyan dişewite. Em bi rojhilat, rojava, bakur, başûr giştî zarokên vî welatî ne. Tiştî girîng jî şopandina van û girêdana bi şehîdan e.”
Li ser navê Malbatên Şehîdan a Rojava Hêja Mûhammed jî ji bo malbatên Hesekê sersaxî xwest. Her wiha Zubeyîr ê endamê malbata Fatimê ya ku gelek xizmên xwe di qetlîama Hesekê de ji dest daye jî axivî.
Di bîranînê de ku bi sedan kes tevlî bibûn, qorziyek ji bo wêneyên kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane hate vekirin.
Her wiha Arîn Mîrkan a dema êrîşa Kobanê de berxwedanek fedaîtî kiribû jî hate bibîranîn.
Bîranîn, bi banga tevlîbûna çalakiya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku wê îro saet 15.00’an bê lidarxistin, bi dawî bû.