BI DÎMEN

Şehîdên Cotmehê li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn

Cangoriyên di meha Cotmehê de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

Cangoriyên di meha Cotmehê de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn.

BERLÎN: Di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de, li paytexta Elmanya Berlînê şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê KOMAW'ê Şenge Kahraman û aktîvîsteke jin Nûpel Mûnzûr axivîn. Mûnzûr da xuyakirin ku Bêrîtan li dijî xiyaneta PDK'ê xwe ji zinêr avêtiye û bi vî rengî nîşanî dost û dijminan daye ku divê bi çi rengî xwedî li xeta Rêbertî derkevin. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê, bi wesîleya meha Mûharremê aşûre hat belavkirin.

HAMBÛRG: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hambûrgê jî Meclîsa Jinê ya Rojbîn çalakiyeke bîranînê organîze kir. Li vê derê, li ser navê TJK-E axaftin hat kirin û hat destnîşankirin, ku berxwedana Bêrîtan xeta lehengî û têkoşîna jinê ye. Li dû axaftinan, Nûjîn û Nûpelda, Kadriye Akinci û Jiyan Arjîn stran gotin û merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

LÛDWÎGSHAFEN: Li bajarê Lûdwîgshafen ê Elmanyayê, Şehîdên Cotmehê li Navenda Civaka Demokratîk hatin bîranîn. Di destpêka merasîmê de ji Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan Gulê Ûgûrlû axivî. Piştre li ser navê KOMAW'ê Lokman Arslan peyivî. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan.

FREÎBÛRG: Merasîma bîranînê ya li bajarê Freîbûrgê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Şaxê Freîbûrgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin. Merasîma ku gelek kes lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerên YJK-E û KOMAW'ê axivîn. Li dû nîşandana sînevîzyonê helaw û nanê xêrê hatin belavkirin.

ESSEN: Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan û Şengalê, li NAVEND a Essenê şehîdên Cotmehê bibîr anîn. Bi qasî 500 kesên li bajarê Essen û derdora wê dijîn, tevlî bîranînê bûn. Leyla Şoreşger di destpêkê de axivî û destnîşan kir, ku divê ew têkoşîna bi rûmet a cangoriyên Kurdistanê bidomînin. Şoreşger diyar kir, di şerê heyî yê Rojhilata Navîn de jinên Kurd bi têkoşîneke mezin radibin û got, "Yek ji van hevrê Arîn Mîrkan bû. Hevrê Arîn Mîrkan mîrateya xwe ji Bêrîtan girtibû." Xizmên şehîdan jî li vir axivîn û gotin, zarokên wan ji bo Kurdistanê şehîd bûne. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan û Koma Şehîd Welat li ser şehîdan stranên xwe got. Piştî belavkirina aşûre, helaw û şîrînahiyê, merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Seroko Apo", qediya.

DEN HAAG: Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komîsyona Malbatên Şehîdan, li NCDK a li bajarê Den Haag ê Hollandayê, merasîma bîranîna Şehîdên Cotmehê lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji TJK-E Derya Nûrhak û Dîlan Amed axivîn. Di çalakiyê de di serî de Bêrîtan, Azîme, Ronahî ya Elman, Hêlîn Çerkez, Canda a Tirk hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Piştre sînevîzyon hat nîşandan, helbest hatin xwendin. Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê qediya.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Şehîdên Cotmehê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd Amara û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Li ser navê amadekarên merasîmê Şukran Kara peyivî û wateya şehîdan ji bo gelê Kurd û têkoşîna azadiyê vegot. Ji TJK-E Zeynep Dersîm jî da xuyakirin, ku xeta berxwedanê ya Berîtan li dijî her şêwe teslîmiyet, paşverûtî û xiyanetê, sekna serbilind a jina berxwedêr a xwedî vîn û bi rûmet e. Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan li ser şehîdan qediya.

...