Şehîdên aştiyê li Stenbolê tên oxirkirin

Cenazeyên şehîdên aştiyê Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Orz, Ahmet Katûrman û Azîze Onat ên ji aliyê hêzên gladyo yên qesrê ve hatin qetilkirin, li Mizgefta Yavûz Selîm a Umraniyê ji aliyê bi hezaran kesan ve tên oxirkirin.

Ji bo merasîma ku wê saet di 13:00 de destpê bike, bi hezaran kes, danê sibehê herikîn mizgeftê.

Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên li aliyê Anatoliyê, bi kortejan tên mizgeftê. Ciwanên ku gelekî bi hêrs xuya dikin, bi xurtî tevlî merasîmê bûne. Ji kortejan dengê dirûşmên "Şehîd namirin", "Şehîdên aştiyê namirin", "Kujer dewlet wê hesap bide", "Kujer AKP" bilind dibin.

Girseya gel alên HDP, PKK, alên sor û alên ji wêneyên şehîdên Pirsûsê hildigire. Herikîna gel a ber bi mizgeftê ve dewam dike. Di merasîmê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî amade be.

Serokên Sendîkayan, Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî merasîmê dibin.

...