Şehîdên aştiyê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin

Kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, yek bi yek li welatên xwe bi merasîman tên oxirkirin. Di merasîman de bi qasî êş û rondikan, hêrsa li hember AKP û Erdogan jî pir mezin e.

Kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, yek bi yek li welatên xwe bi merasîman tên oxirkirin. Di merasîman de bi qasî êş û rondikan, hêrsa li hember AKP û Erdogan jî pir mezin e.

ALÎ DENÎZ ÛZATMAZ LI BAZARCIXÊ BI DIRÛŞMÊN “QATIL ERDOGAN” VE HATE OXIRKIRIN

Şehîdê Aştiyê Alî Denîz Ûzatmaz jî li bajarê xwe navçeya Bazarcixê ya Mereşê hat oxirkirin. Ji Enqereyê cenazeyê Ûzatmaz anîn Mala Cem a Taxa Narli ya navenda navçeyê, piştî karûbarên olî konvoy bi wesayîta cenaze hat Taxa Osmandede.

Piştî cenaze gihişt taxê, darbest ji wesayîtê hate danîn û girseyê girt ser milên xwe, ber bi goristana taxê ve ketin rê.

Di merasîmê de Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl êrîşa pêk hat wiha pênase kir: “Êrîşa nemerdî ya li hember aştiyê.” Piştî cenaze hat defnkirin, ji malbatê re sersaxî hate xwestin û merasîm bi dawî bû.

Ji bo Ûzatmaz li gundê wî taziye hate danîn.

JI BO GAZÎ GUNAY LI MALA CEM MERASÎM

Malbata Gazî Gunay, yek ji kesên li Mîtînga Aştiyê jiyana xwe ji dest da, piştî cenaze girtin, anîn cihê lê dijîn, Mersînê. Li Komeleya Çandê ya Elewiyan ji bo Gunay merasîm hate lidarxistin. Merasîm li baxçeyê mala cem bi tevlîbûna hezaran pêk hat. Di nav kesên tevlî merasîmê bûn parlamenterên HDP û CHP’ê jî hebûn. Merasîma ku ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê ve destpê kir, li ser milan darbesta Gunay anîn cihê merasîmê.

Dema cenaze hat dirûşmên, “Qatil AKP”, “Ji şer re na, aştî niha” hatin gotin.

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû, wê cenazeyê Gunay ji bo defnkirinê sibê bişînin bajarê wî Dêrsimê.

ERCAN ADSIZ, LI ÇORLÛ SPARTIN AXÊ

Ji bo Serokê Rêxistina EMEP’ê ya Bajarê Çanakkale Ercan Adsiz, li qada otogara mezin a navçeya Çorlû ya Tekîrdagê merasîm hat lidarxistin. Li merasîmê malbata Adsiz, Şaredarê Çanakkaleyê Ulgur Gokhan, rêveberên HDP’ê û girseyek mezin li Mizgefta Otogarê karûbarên olî bi cih anîn. Piştî wê, cenazeyê Adsiz li Goristana Nû ya Çorlûyê hate defnkirin.