'Şehîdên aştiyê' bi stranên şoreşgerî hatin oxirkirin

Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, Ahmet Katurman, Azîze Onat, Cumalî Avşar, Fatma Esen, Bînalî Korkmaz, Guney Dogan, Dîcle Delî, Tayfun Benol û Tekîn Aslan ên ku di komkujiyê Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi stranên şoreşî hatin oxirkirin.

Welatiyên bi navê Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, Ahmet Katurman, Azîze Onat, Cumalî Avşar, Fatma Esen, Bînalî Korkmaz, Guney Dogan, Dîcle Delî, Tayfun Benol û Tekîn Aslan ên ku di komkujiyê Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi stranên şoreşî hatin oxirkirin.

Ji bo Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, AHmet Katurman, Azîze Onat û Cumarlî Avşar ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan bi hezaran kesan li ber nûnertiya Dudulu a HDP'ê hatin cem hev. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bi dirûşmên "Dizek qatil Erdogan", "Li hemberî faşîzmê bil bidin hev" û "bijî biratiya gelan" dest bimeşê kirin. Girse bi meşê hat ber Mizgefta Yavuz Sultan Selîm. Girseyê cenazeyê 5 endamên HDP'ê pêşwazî kirin. Ligel malbatan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî merasîma cenazeyan bû. Piştî nimêja cenazeyan 5 cenazeyên HDP'ê li Goristana Ilhamurkuye hatin definkirin.

CENAZEYÊ FATMA JI ALIYÊ JINAN VE HAT HILGIRTIN

Cenazeyê Fatma Esen jî ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Bi hezaran kesên li ber Komeleya Sêrtiyan hatin cem hev heya Mizgefta Ummu Gulsum meşiyan. di meşê de pankaretên têkildarî komkujiyê de hatin vekirin û dirûşmeyên têkildarî komkujiyê de hatin berzkirin. Parlementera HDP'ê Huda Kaya jî tevlî merasîma cenaze bû. Dayîka Esen Nesîbe Esen Ete banga aştiyê kir û wiha got: "Kezeba min dişewite bila yek kesekî din neşewite."

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî wiha got: "Li hemberî terorê dem dema yekîtiyê ye." Kaya balkişand ser derewên nûçeyên medyaya alîgir û wiha axivî: "Polîsên li qadê mudaxele li bombekaran nekirin êrîş li kesên dixwastin qurnefîlan danîn cihê komkujiyê kirin." Piştî axaftinan cenazeyê Esen li Goristana Gazî hat definkirin.

CENAZEYÊ DELÎ LI GORISTANA SÎLÎVRÎKAPI HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Dîcle Delî jî piştî nimêja cenaze ya li Mizgefta Sîlîvrîkapi ya Zeytunburunê bi çepikan birin goristanê. Bavê Delî Faîk Delî diyar kir ku keça wî ji bo aştiyê têkoşîn dimeşand û her tim li cem kedkaran bûn. Delî anî ziman ku keça wî ji bo aştiyê biqêr çû Enqere û li wir hat qetilkirin. Piştî axaftinan cenazeyê Delî hat definkirin.

CENAZEYÊ KORKMAZ LI KUÇUKÇEKME HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Bînalî Korkmaz jî li Dergeha Garîp Dede ber bi dawîbûnê ve hat oxirkirin. Piştî nimêja li dergehanê cenazeyê Korkmaz bi meşê birin mala malbatê ya li Taxa Yunus Pala. Di meşê de dirûşemeyên "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Serokê Dergeha Garîp Dede Celal Firat wiha got: "Em van komkujiyan dizanin. Em soz didin em teslîmî faşîzmê nabin." Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî wiha got: "Ez li wir bûm. Qatîl ava şid avêt kesên li serê birîndar bûn. Destûr nedan doktor mudaxeleyê li birîndar bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Korkmaz bi staranên şoreşgerî li Goristana Kanaryayê hat definkirin.

DOGAN JI ALIYÊ HEVALÊN XWE VE HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Guney Dogan Taşdelen jî li Goristana Valîde Sultan hat definkirin. Ji bo Taşdelen li Cemxaneyê merasîm hat lidarxistin. Piştî merasimê cenazeyê Taşdelen ji aliyê hevalên wî ve hat wergirtin û ber bi goristanê ve bi meşê birin. Di meşê de dirûşmeyên " Şehid namirin" û "Qatîl dewlet dê hesabê bide" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Dogan bi srûda "Çerxa Şoreş" hat definkirin.

BENOL BI DIRÛŞMAN HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Kemal Tayfun Benol jî li Goristana Başibuyuk hat definkirin. Bi hezaran kesan ji bo tevlî merasîma cenazeyê Benol bibin li ber Mizgefta Şakirîn a Goristana Karacaahmetê hatin cem hev. Ligel malbat Benol gelek kes tevlî merasîmê bûn. Piştî merasîmê cenazeyê Benol birin Goristana Başibûyûk. Benol li vir bi dirûşmeyan hat definkirin.

Cenazeyê Endamê Sendîkaya Karkerên Înşatê Tekîn Aslan jî li Kartalê hat definkirin. Ji bo Aslan li Cemxaneyê merasîm hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerê HDP'ê Turgut Oker tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Aslan bi dirûşmeyan bi meşê birin Qada Kartalê. Li qadê merasîma bîranînê pêk hat. Endamê Sendîkaya Karkerên Înaştê Remzî Yilmaz li vir axivî û wiha got: "Tekîn ji me nepirsin. Tekî i karkerên taşeronê yên Şaredariya Esenyurtê bi rojan li ber şaredariyê ber xwe dan û bûn hedefa polîsan bipirsin. Tekîn jî karkerên taşeronê yên PTT'ê yên li mafên xwe geriyan bipirsin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Dibêjin li dora dewletê bibin yek. Em xwest em li dora nirxên mirovahiyê bibin yek û em dibin yek. Em ji bo aştiyê pêk bînin çûbû. Em dê ji bo biçin ser gora şehîdên xwe û bêjin ji welat re aştî û azadî hat û hun vala nemirin bêjin û dê bixebitin."

Piştî axaftinan cenazeyê Aslan li Goristana Gundê Aydinlik ê Tuzlayê hat definkirin.