Şervana YPJ'ê Mîra, ku di 3'ê Adara 2017'an de li Rojava jiyana xwe ji dest da li bajarê Munchen ê Elmanyayê, gerîlayên ARGK'ê Karaaslan û Kûran ên di sala 1992'an de li Wanê jiyana xwe ji dest dan, li Bern a Swîsreyê hatin bîranîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 27 adarê 2017, 07:40
Şervana YPJ'ê Bêrîvan Mîra, ku di 3'ê Adara 2017'an de li Rojava jiyana xwe ji dest da li bajarê Munchen ê Elmanyayê, gerîlayên ARGK'ê Zînet Karaaslan û Leyla Kûran ên di sala 1992'an de li Wanê jiyana xwe ji dest dan, li Bern a Swîsreyê hatin bîranîn.
MUNCHEN
Di şexsê şervana YPJ'ê Bêrîvan Mîra (Hêlîn Şahîn) de, ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Munchen ê Elmanyayê, hemû gerîla û şervanên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê agir hat vêxistin.
Qisekeran diyar kirin, Mîra roja 3'ê Adara 2017'an di şer de bi xurtî li ber xwe da û tevî deh hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da.
BERN
Gerîlayên ARGK'ê Zînet Karaaslan (Bêrîvan) û Leyla Kûran (Zekiye), ku di sala 1992'an de li Wanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bern ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Bi sedan kes beşdarî merasîma bîranînê bûn, ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê xizm û malbatên şehîdan, nûnerên komîsyona malbatên şehîdan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman qediya.