Seher Kiliç (Zîlan Tekman) li Kleveyê hate bîranîn

Seher Kiliç (Zîlan Tekman) a li Dersimê meha Mijdarê şehîd bû, li bajarê Kleve yê Elmanyayê hate bîranîn.

Ji bo Seher Kiliç (Zîlan Tekman) ku 14'ê Mijdarê li gundê Koçyayla yê navçeya Tekman a Erzîromê hate veşartin, li bajarê Kleve yê Elmanyayê merasîma bîranînê hat elidarxistin. Merasîm li mizgefta bajarê Kleveyê ji aliyê Meclîsa Gel a Kleve ve hate lidarxistin û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê H. Ahmet Tûrhalli, bi navê KOMAW'ê Mehmet Sûrûçlû, siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn û bi navê malbata şehîd Nûsret Ozdemîr li merasîmê axivîn. Qisekeran destnîşan kirin ku wê dilsozê têkoşîna Zîlan bin.