Segvan li Kobanê li ser kar in!

Segvan li Kobanê li ser kar in!

Çeteyên DAIŞ’ê ku ji 15’ê îlonê heta niha li dijî Kantona Kobanê bi çekên giran êrîşan pêk tînin û gelek gund texrîb kirin û wêran kirin, li rojhilatê bajar jî xaniyan dişewitînin. Li Koanê ku şerê bajar didome, şegvanên YPG’î gotin: “Em ji bo gelê xwe li mewziyane.

Li eniya rojhilat ku şer didome,çete li dijî berxwedana YPG-YPJ’ê pêşde neçûn û vê carê bi wesayîtên bombebarkirî, êrîşên hewayî û teqînan gelek xanî wêran kirin.

Di şerê bajar de rola segvanan dertê pêş û li eniya rojhilatê Kobanê di şer de bi giranî segvan û suîkasvan cih digirin.

LI KOBANÊ BERXWEDAN DI ROJA 36’AN DE YE

Di pevçûna ku ev 36 roje berdewam dike de ji ber avêtina hawan, êrîşên bi tank û fuzeyan, êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî pêk tên gelek avahiyan zirar dît. Aliyê rojhilat yê bajar xerabeyan tîne hişê mirovan.

Tu cihekî ku nehatiye bombebarankirin û texrîbkirin tune. Li vê eniyê bi taybet dîwarên xaniyan nîşan hatin girtin û hemû xanî wek korîdorekî bi hev ve hatine girêdan. Amûrên di malan jî êdî nekarin bên bikaranîn. Wesayîtên li bajar jî hemû bûne xurde. Piraniya wesayîtan hatine gulebarankirin û bûne hedefên şarapnelan.

Texrîbata herî mezin jî bi wesayîtên bombebarkirî pêk tên. Ji roja ku şerê bajar destpêkiriye heta niha 10 êrîşên wesayîtên bombebarkirî pêk hatin. Li cihên ku ev êrîş pêk hatine hemû avahî serobino bûne. Xaniyên nêzî wê hemû derizîne. Hawanên ku tên avêtin jî texrîbatên mezin pêk tîne. Cihên ku çete nekarin bikevinê, wek taktîka şer gelek xaniyan hildiweşînin.

LI ROJHILAT PEYWIR YA SEGVANAN E

Li Kobanê ku şerê bajar didome, li aniya Rojhilat rola herî mezin li ser milê segvan, suîkastcan û kanasvanane. Her çiqas şerê li bajaran li gorî yê eniyê bi pevçûnên kêm bidome jî herî zêde wendahiya can li wir çêdibe. Di şerên wisa de zêdetir kamufle û veşartin pêwiste.

Suîkastvanê YPG’ê yê li eniya rojhilat yê Kobanê ye, Rojhat Kobanê diyar kir ku aliyê herî girîng yên şerê li bajaran eve ku kêlî bên veşartin û li cihên serdest bên bicihkirine. Kobanê wiha got: “Em êdî li vir şerê bajar dimeşînin.Di şerê bajaran de divê segvan rola xwe bilîzin. Ew zêdetir rêbaza suîkastê bikartînin. Lê yê me jî suîkastvan û çekên me yên suîkastê heye.Ji bo serdestê şer bin divê di vî alî de kurbûn pêk bê. Li ereziya normal jî divê li cihên veşarî û serdest xwe bicih bikî. Li vir jî divê tu xwe baş kamufle bikî.

Rojhat Kobanê diyar kir ku ji bo Kobanê bigihêje serkeftinê têkoşîneke mezin tê dayîn û wiha got: “Em hemû li mewziyane.Em hemû ji bo rumeta gelê Kurd li mewziyane.Divê êdî hemû Kurd jib o Kobanê rabin ser piyan. Ketina Kobanê tê wateya ketina Kurdistanê.Divê ev wisa bê dîtin. Êdî dema rakirina sînoran hatiye.

HINEK ÇEK JI ALIYÊ YPG'Ê VE HATINE ÇÊKIRIN

Segvanê YPG’ê Çekdar jî got segvan zêdetir çekên kanas bikar tînin û got hinek çekan ew bi xwe çêdikin û wiha got: “Ligel Kanasê hinek çekên BKC jî di suîkastê de tên bikaranîn.”

Çekdar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dîsa çekên Zagro-1 û Zagro-2 em çêdikin. Me ev çek çêkirin. Menzîla kanasê 1800 ye, lê ya vê 3000 metreye.hêza wê ya texrîbatê zêdetire. Em guleya doçkaya 12.5 bikartînin, li zagrosan.”

Şervana YPJ’ê Arjîn jî diyar kir ku ligel van çekan, Brunoyên ku ji salên yekemîn şerê cîhanê mane jî bikartînin û got: “Di esasê de ev ji kanasê baştirin. Menzila wê jî zêdetire. Menzila wê ji ser 2000’î ye.”