Seferberiya sindoqê: Raye ya gel e

Beriya ku dema hilbijartinê dest pê bike karê tespîtkirina adresan hêsantir tê dîtin. Bi taybetî tê xwestin ku xwendekarên zanîngehan tevlî van xebatan bibin.

HDP’yî ji ber sedema ku ji hevserokê partiyê bigirin ta bi wekîlan, rêveberan, endaman gelek kes girtî ne dibêje, ‘’Êdî bes e, raye ya gel e. Her kes divê kontrol bike bê ka qeyda welatiyên me yên ku li taxa wan in, hene yan na. Partî êdî hûn in. Pêkan e ku bi rêyên demokratîk ev desthilatdarî were sekinandin. Ji bo vê jî heke gel hemû derfetên xwe bi kar bîne, dikare van êrîşan bişkîne, van hemû polîtîkayên şer ên desthiltdariyê dikare pûç bike.’’

Hilbijêrên taxan ku hatine hilweşandin;
1-Dibe ku çûbin taxên dî yên heman navçeyê,
2-Dibe ku çûbin navçeyeke dî ya heman bajarî,
3-Dibe ku çûbin bajarine dî.

Heke serî li midûrîyeta nifûsê ya cihê çûyin dabin, jixwe êdî bûye hilbijêrê wê navçeyê, wî bajarî û li bajarê ku hilweşiyaye qeydên wan ji ber xwe dikevin.
Yên ku çûbin cihekî nû û  adrêsa xwe nedadin midûriyeta nifûsê hê jî weke hilbijêrên taxên hilweşiyayî xuya dikin. Lê ev nayê wê maneyê ku wê nikaribe dengê xwe bi kar bînin. 
Ên ku koç kirine, çûbin kûderê jî, qeydên wan li taxên hilweşiyayî bin an li devereke dî bin, divê biçin midûrîyeta nifûsê ya cihê ku lê dijîn û qeyda xwe bikin.

ÊN KU QEYDA WAN NÎN E YAN JÎ DIXWAZIN QEYDA XWE VEGUHEZIN

Têkildarî kesên ku qeyda wan a hilbijêriyê nîn e an jî dixwazin qeyda xwe bibin cihê ku lê dijîn jî wiha hate gotin:
‘’Peymaneke kirê ya aidî we an jî tapo, fatoreyekê bibin midûrîyeta navçeyê û wiha hûn dikarin qeyda xwe bikin.
Hûn kesên din ên li dikarin bi xwe re bibin û qeyda wan jî dikarin çêbikin.
Xwendekar û hevalên wan ên malê jî bi heman awayî dikarin qeyda xwe bikin.’