Seferatxaneya Îngîlîz a Kibrisê hate dagirkirin
Seferatxaneya Îngîlîz a Kibrisê hate dagirkirin
Seferatxaneya Îngîlîz a Kibrisê hate dagirkirin
Li bajarê Lefkoşe yê Kibrisê Sefaretxaneya Îngîlîz ji aliyê komek ciwanên Kurd ve hate dagirkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin saet li dora 10.30’î nêzî 40 Kurd, ketine Sefaretxaneya Îngîlîz û çalakiya dagirkirinê pêk anîne. Li dora avahiyên polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin û hêzên taybet hatin bicihkirin. Cîgirê sefaratxaneyê di avahiyê de hevdîtina bi çalakgeran re qebûl kir. Çalakgeran diyar kir ku divê ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê û daxwaz kirin ku çekan bidin hêzên Kurd.
Nûçegihana dildar Denîz Çagdaş ê li qadê nûçe dişopand hate binçavkirin. Ciwanên dora avahiyê jî diyar kirin ku heta Çagdaş neyê berdan wê ji wir neçin û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan Çagdaş berda.
Li aliyê din jî roja Sêşemê li ber Parlamentoya Kibrisê bi dehan ciwanî çalakiya nobetê da destpêkirin û çalakî îro jî didome.