Şefê kontrgerîla bû serşêwirmendê Erdogan
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, xwediyê şîrketa SADAT leşkerê teqawît Tûggeneral Adnan Tanriverdî ku perwerdeya kontrgerîla dide, kir serşêwirmendê Qesrê.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, xwediyê şîrketa SADAT leşkerê teqawît Tûggeneral Adnan Tanriverdî ku perwerdeya kontrgerîla dide, kir serşêwirmendê Qesrê.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê AKP/Qesr dewletê ji nû ve bi rêxistin dikin.
Di demeke bi vî rengî de şefê kontrgerîla leşkerê teqawît Tûggeneral Adnan Tanriverdî bû serşêwirmendê Erdogan.
Tanriverdî xwediyê şîrketa SADAT'ê ye, ku li derveyî kontrolê û perwerdeya kontrgerîla dide. Navê vê şîrketê, li Licê di dema hewldana şewitandina gundiyan de ketibû rojevê.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel dabû xuyakirin, ku 34 gundiyên Licê ji wan re ragihandine ku komek ji xwe re SADAT digotin, hewl dane wan bişewitîne.
Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta "Gelo SADAT artêşa Reîs e?" ev rêxistinbûna kontra eşkere kiribû.
Di rojnameya Cûmhûriyetê de jî manşeta "Şîrketeke şer a nayê kontrolkirin: SADAT" hatibû bikaranîn.
Dema ku şefê kontrgerîla Tanriverdî weke serşêwirmendê Qesrê hat wezîfedarkirini balkêş e. Ev biryar piştî daxuyaniya "Pirsgirêka Kurd nîne" ya Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma partiya xwe de kir û rojnameya Ozgur Gundemê hat kirin de, pêk hat.