Seehofer: Em ê DAÎŞ'iyan bi rengekî komî wernegirin

Wezîrê Karên Hundir Seehofer li ser çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne got, "Piştî ku yek bi yek hatin lêkolîn em ê wan werbigirin, lê belê li dij im ku bi rengekî komî werin anîn."

Ji bo welatiyên Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê ku bi operasyonên hêzên YPG/QSD'ê de bi saxî hatin girtin, rêveberiya Berlînê hîn çareyek nedîtiye. Piştî ku Serokê DYE'yê Donald Trump bang li Elmanya û welatên din ên Ewropayê kir û got, "Welatiyên xwe werbigirin û darizînin", bala çûbû ser welatiyên Elman ên çeteyên DAÎŞ'ê.

Tê gotin, di serî de jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Elman ên tevlî DAÎŞ'ê bûn, di destê YPG'ê de ne. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer li ser rewşa Elmanên DAÎŞ'î axivî û diyar kir, di vê mijarê de ew bi rengekî hesas dixebitin. Seehofer ji bernameya "Bericht aus Berlin" re axivî ku wê vê êvarê li ARD'ê ê weşandin û got, "Divê dewlet li ser van kesan bibe xwedî agahiyên berfireh."

'DIVÊ EM ZANIBIN KU LI NAVA REFÊN DAÎŞ'Ê ÇI KIRINE'

Seehofer fikarên xwe yên li ser ewlekariya Elmanyayê anî ziman ku piştî DAÎŞ'î anîn Elmanyayê rû bide û got, "Divê em her yek ji wan bi berfirehî lêkolîn bikin û zanibin ku li nava refên DAÎŞ'ê çi kirine. Bi vî rengî em ê karibin der barê wan de lêpirsînê vekin an jî darizînin. Di rewşeke berevajî de em nikarin wan werbigirin. Ji ber ku van kesan gelek carî bi nasnameyên cuda jiyana xwe domandine."

Wezîr Seehofer diyar kir, ew li dij e ku DAÎŞ'î bi rengekî komî bînin Elmanyayê. Pispor jî dibêjin, divê rêveberiya Berlînê ji berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de nereve. Ji Weqfa Zanistî û Siyasetê pisporê Rojhilata Navîn Guido Steinberg, diyar kir ku Elmanya neçar e welatiyên xwe yên di destê YPG'ê de ne werbigire û got, "Çawa ku Elmanya terorîst û sûcdarên biyanî dişîne Tûnis, Lîbya û Rûsyayê, divê welatiyên xwe jî ji welatekî cuda werbigire."

Hikumeta federal a bi serokatiya Angela Merkel, îdîa dike ku ew nasnameyên DAÎŞ'iyên bi saxî hatine girtin nikarin tespît bikin. Lê belê ev argûman dûrî rastiyê ye. Tê gotin, endamên saziya îstîxbarata derve ya Elman BND çûne kampên penaberan û girtîgehên li Bakurê Sûriyeyê ku DAÎŞ'î lê ne û tespît kirine ku kî welatiyên Elman e.

Di encama operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de li Bakurê Sûriyeyê zêdeyî 2800 DAÎŞ'î hatibûn girtin. 800 ji wan ji 46 dewletên cuda ne, ku piraniya wan ji welatên rojavayî ne. Heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe ji YPG'ê xwestin.