Sedê 70’ê Filistîniyên li Sûriyeyê malên xwe berdan
Sedê 70’ê Filistîniyên li Sûriyeyê malên xwe berdan
Sedê 70’ê Filistîniyên li Sûriyeyê malên xwe berdan
Komîserê Giştî yê Dezgeha Alîkariyê ya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi aşkera kir ku, ji sedê 70 heta 80’ê penaberên Filistînî yên li Sûriyeyê ji ber sedema tundiyê malên xwe berdane.
Grandî di dema serdana Sûriyeyê de daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Li Sûriyeyê di vê rewşê de li gorî qeydên UNRW 530 hezar penaberên Filistînî hene. Ji sedê 70 heta 80’e penaberan ji ber tundiyê malên xwe terk kirin.”
Grandî destnîşan kir ku, ji penaberên Filistînî sedê 12 heya 15’ê ji Sûriyeyê reviyan û çûn welatên cîran. Grandî anî ziman ku, “Cara duwemîn bûn penaber.” Li gorî Grandî derdora 50 hezar yan 54 hezar Filistînî reviyan Lubnanê.
AFP’ê destnîşan kir, di demên normal de Grandî serdana kampa penaberên Filistînî ya 23 hezar El Aydin ku li bajarê Himûs yê Sûriyeyê ye. Ragihand ku, di serî de ji herêma Helebê û kampa Yarmûk ya dikeve başûrê Şamê ji kampên din jî 12 hezar penaberên Filistînî hatine kampa Himûsê.
FILISTÎNÎ PENABERIN Û PÊWÎSTE BÊ ALÎ BIN
Grandî got, “Rewş tirsnake” û bang li aliyê şer kir ango hikumet û muxalefeta çekdar kir ku, “rêz bidin bê alîtiya kampên Filistîniya û wana nekêşin nava şer.”
Grandî diyarkir ku, “Filistînî li Sûriyeyê penaberin û pêwîste notr bimînin. Di heman demê de banga min ji Filistîniyan jî re ye. Pêwîste notr bimînin, berevajiyê wê ji xwe rewşa wan nebaşe dê nebaştir lê bê.”