'Seddam Hûseyîn ê nû Erdogan e'

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Firat Dogan rewşa Bakurê Kurdistan û komkujiyên AKP li Kurdan dike, nirxand.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Firat Dogan rewşa Bakurê Kurdistan û komkujiyên AKP li Kurdan dike, nirxand. Dogan bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyên li hemberî gelê Kurd tên kirin û got, "Di esasê xwe de berpirsyar û plangerên sereke yên komkujiyên li Kurdistanê tên kirin Ewropa û Amerîka ne. Lewma saziyên bi navê mafên mirovan tevdigerin, kuştina Kurdan ji nedîtî ve tên."

Dogan işaret bi parçekirina Kurdistanê ya bi peymana Lozanê kir û wiha axivî: "Piştî peymanên salên 1920'î, Kurdistan kirin çar perçe. Her çar dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de parve kirin li hember Kurdan û ji bo tinekirina berxwedana wan bûn yek. Bi destê dewleta faşîst a Baas di sala 1988'an de li Başûrê Kurdistanê komkujî li Kurdan hat kirin. Hingî Bulent Ecevît li ser navê Dewleta Tirk pîrozbahî li Seddam Huseyîn kir û pê re hevpeymanî bi pêş xist. Demeke dirêj e ku dewleta Tirk ketiye ser rêya dewleta Seddam Huseyîn. Li Iraqê kesî nedikarî rexneyekê li Seddam bike. Îro li Tirkiyeyê jî kesek nikare rexneyekê li Erdogan bike. Ev rewş ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Erdogan bûye Seddamê roja îro."

Dogan diyar kir ku AKP berî hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an pir vekîrî li gelê Kurd gef dixwar, îro jî van gefan dixe meriyetê û wiha dewam kir: "Li bajarê Wanê Davûtoglû di mîtîngekê de gef li gel xwar û got, 'eger hûn nebin alîkarê me, wê xwîn birijê.' Wekî din got, 'li ku zordar hebin em piştgîriya wan dikin.' Erdogan pir zelal qîr dida û digot; 'an hûn dostê min in an dijminê min'. Ji teqîna 24'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê heta roja îro zêdetirî hezar mirov bi destê dewleta AKP'ê jiyana xwe ji dest dan."

'KUŞTIN Û ŞEWITANDINA KURDAN JI NEDÎTÎ VE TÊN'

Dogan bal kişand ser komkujiyên Kurdistanê tên kirin û got "Li ku dera cîhanê bûyereke biçûk biqewime, yekser dibe rojeva hemû alemê. Tevî ku li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd ewqas komkujî tên kirin jî kes dengê xwe nake." Dogan der barê bêdengiya cîhanê de ev tişt anî ser ziman: "Di esasê xwe de berpirsyar û plangerên sereke yên komkujiyên li Kurdistanê tên kirin Ewropa û Amerîka ne. Lewma saziyên bi navê mafên mirovan tevdigerin, şewitandin û kuştina Kurdan ji nedîtî ve tên. Bingeha siyasetê wan li ser tinekirina mafên Kurdan hatiye danîn. Di 12 heya 24'ê Kanûna 1921'an de konferansekê li ser sîstema nû ya Rojhilata Navîn li welatê Misirê çêdibe,. Îngîlîz,  Fransa, Tirkiye û dewletên Ereban bi hev dişêwirin. Piştre li gorî encamnameyê dibêjin li derê divê mafên Kurdan neyên dayîn. Hewce ye Kurd bên helandin."

'NÊZÎKATIYA PDK Û AKP'Ê YA LI HEMBERÎ KURDAN WEKE HEV E'

Dogan destnîşan kir, ku aliyên siyasî li Kurdistanê li hemberî vê rewşê bêdeng in û wiha pê de çû: "Bi taybet hinek partiyên siyasî li Kurdistanê li ser bingeheke welatparêzî nehatine avakirin. Hinek ji wan dûvikên hezên serdest in. Weşandina daxuyanî, şermezarkirin li ser hovîtiya dewleta AKP’ê li hember gelê Kurd eger gorî berjewendiyên wan be, daxuyaniyan didin. Eger xizmeta wan neke, hemî Kurdan jî tine bikin daxuyaniyeke nadin. Di nav wan de Kurd hene, lê Kurdbûn tine. Li vê mînakê binêrin; li Rojava sîstema federal a demokratîk a Bakurê Sûriyeyê çêdibe, li şûna alîkarî û kêfxweşiyan PDK û desthilata malbata Barzaniyan deriye sînor li ser Rojava digire. Nêzîkatiya PDK û AKP'ê li hemberî gelê Kurd ne tenê li bakur, lê her çar parçeyên Kurdistanê weke hev e."

Dogan da zanîn, ku gelê Kurd heta roja îro bi têkoşîn û berxwedanê li ser piyan maye û ji vir û pê ve jî wê bi heman rengî li ser piyan bimîne. Dogan bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: "Encax bi berxwedaneke bêhempa dikarin pêşiya wan çeteyan bigrin. Kurd heta niha çawa li ber xwe dane, ji niha û pê ve jî wê berxwedana xwe berfireh û dewlemendtir bikin. Bi dehan hikûmet hatin. Armanca wan tinekirina şoreşa Kurdan bû. Hemî têkçûn û Kurd bi ser ketin. Hewce ye ruhê yekîtî û welatparêzî xurt bikin. Hewce ye hêzên YPS û YPS Jin mezintir û xurt bibin. Çawa bi hemleya Kobanê li her çar perçeyê Kurdistanê ciwanên Kurd tevlî berxwedanê bûn, wê îro jî bi ruhekî neteweyî berxwedana bakur serbilind bikin. Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadî bûne û îsal em ê azadiya Rêber Apo û gelê Kurd pîroz bikin."