Sê jinên şoreşger li Brukselê hatin bîranîn

Li Brkselê her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li paytexta Belçîka Brûkselê, her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku Parîsê hatin kuştin, bi merasîmekê hatin bibîranîn. Çalakî li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat û Kurdistanî, kesên demokrat û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst tevlî bûn. Çalakî bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan ve hat li darxistin. 

Li Brukselê wê roja 23 Çileyê saet di 14.00 de li pêşiya Konsolosxaneyê çalakî ji bo şehîdên Parîsê bê lidarxistin.