Schîmke: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin

Serokê bajarê Lûdwîgbûrgê yê Partiya Çepgir a Elman Peter Schîmke xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û qedexeya li ser Kurdan a Elmanya were rakirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo tenduristî û ewlehiya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) 23’yê Cotmehê bi daxuyaniya 63 saziyan dest pê kirî mehek li pey xwe hişt. Çalakiya rûniştinê ya ku li gel şertên zivistanê jî didome, heta niha gelek şandeyên Ewropî ziyaret kirin. Serokê Partiya Çepgir ê Lûdwîgsbûrg Peter Schîmke seriyek da çalakiyê û peyam da ku ew bi çalakiyê re ne. Schîmke xwest ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi bayê bezê were rakirin.

Schîmke got, "Bi ya min tecrîd şaş e. Li ser kê were kirin şaş e. Ev sûcê mirovahiyê ye.Tew tecrîda li ser rêberê civakekê û nûnerê gel ti caran nayê qebûlkirin. Demildest divê malbat û parêzerên xwe bibîne. Ji bo ku tecrîd rabe em bi Kurdan re ne. Em destekê didine vê çalakiyê."

‘HEMÛ DINYA DIVÊ LI DIJ DERKEVE’

Schîmke diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dij-demokratîk e û got, "Tirkiye li dijî hemû bendan (muxalîf) pir hişk e. Desthilatdarî xwedî xisletekî faşîst e. Hemû dinya, her kes divê li dijî vê rewşê bibe xwedî helwest."

Schîmke bal kişande ser helwesta hikumeta Merkel ku lê digere bi AKP’ê re li hev bike û got: "A rast ev ne lihevkirina Merkel û Erdogan e. Ev lihevkirina di nav çarçoweya pergala aboriya kapîtalîst de plane çokdanînê ye. Li ser mirovahiyê bazaran dikin. Divê dawî li vê were û divê bang li rejîmên demokratîk bikin da ku werin rêya demokrasiyê.

‘LI DIJÎ QEDEXEYAN EM TÊBIKOŞIN’

Li Elmanya êrîşa li ser Kurdan em qebûl nakin. Divê em li dijî van qedexeyan derkevin û ji bo ku ev qedexe rabin divê em ji hêla siyasî ve têbikoşin. Qedexeya li ser posterên Ocalan û sembolên Kurd divê di cih de rabe. Ji ber ku ti talokeya wan nîn e."